Ebdula Mela Seîd: Pêkhatên Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Federalî ve rûbirûyî êrîşeka siyasî bûne

Ebdula Mela Seîd: Pêkhatên Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Federalî ve rûbirûyî êrîşeka siyasî bûne

.

A+A-

 Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pêdivî dibîne ku hemî alî li Kurdistanê bergiriyê ji mafên pêkhatan bikin û amajeyê dide, “Kurdistan mînaka pêkvejiyana pêkhatan e û li dû ola Îslamê, divê her pêkhatekê nûnerîtiya xwe hebe”. Herwesa dibêje, “Pêkhatên Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Federalî ve rûbirûyî êrîşeka siyasî bûne”.

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Ebdula Mela Seîd îro (Înî, 23.02.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Pêkhatên Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Federalî ve rûbirûyî êrîşeka nehêlanê ya siyasî bûne, wekî çawa li salên borî ji aliyê DAIŞê ve rûbirûyî êrîşên serbazî bûn”.

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê tekez jî kir, “Bergirîkirina ji mafên pêkhatan erkê pêkhatan tenê nîne, belkî erkê hemî xelkê Kurdistanê ye û divê aliyên siyasî bi wan re bin û bergiriyê ji wan bikin”.

Ebdula Mela Seîd herwesa got, “Biryara Dadgeha Federalî zirarê digehîne çanda pêkvejiyana pêkhatan, taybet ku mafê tevlîbûn û nûnerîtiyê di piroseya siyasî de jê bê standin”.

Navbirî ron jî kir, “Bi jêstandina kutaya pêkhatan, wekhevî li perlemanê namîne û ew dê di wê navendê de ji mafê nûnerîtîkirina xwe li nav perlemanê bên bêbarkirin”.

Dadgeha Bala ya Federalî ya Îraqê roja Çarşemê, 21.02.2024, ji bo yekalîkirina wan skalayan civiya, yên ku ji aliyê YNKyê ve li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatibûn tomarkirin.

Dadgeha Federalî di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalayên YNKyê da, li dû wan biryaran jî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin