DYAyê hişyariya S400ê dubare kir

DYAyê hişyariya S400ê dubare kir

Berpirsekî Amerîkî ji Ajansa Reutersê re ragihand, dema ku wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo li Brukselê li gel wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoglu civiya, derbarê kirîna mûşekên S400ê dilgiraniya welatê xwe da xuyakirin û hişyarî da Tirkiyeyê.

A+A-

Heman berpirsî diyar kir, ku Mike Pompeo daxwaz ji Çavuşoglu kiriye, ku pêwîst e Tirkiye li şûna Rûsya, çekan ji Hevpeymana NATOyê bikire. 

Berî niha serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di civîna xwe ya vê dawiyê de, ligel serokê Rûsyayê Vladimir Putin, tekez kir ku welatê wî ji bo kirîna mûşekên S400, rêkeftin ligel Rûsya kiriye û gotûbêj li ser vê mijarê nema tê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin