Duhok – Li Kanî Masê di teqînekê de 3 karmendên hikûmetê birîndar bûn

Duhok – Li Kanî Masê di teqînekê de 3 karmendên hikûmetê birîndar bûn

.

A+A-

Li devera Kanî Masê ya Duhokê bombek teqiya û 3 karmendên elektirîkê birîndar bûn.

Berpirsê elektirîka bajarokê Amêdî yê Duhokê, Aram Celal ji BasNewsê re got, îro danê sibê tîmên elektirîkê çûbûn devera Kanî Masê bo çêkirina xeta serekî ya elektirîka 76 gundên wê deverê çêbikin lê mixabin bomb bi wan de teqiya û 3 karmendên me birîndar bûn.

Aram Celal her wiha got, xeta serekî ya elektirîka wan gundan li ser çiyayê Amêdiyê ye. Lê em nizanin ka ew xet ji ber şerê PKK û Tirkiyê qut bûye yan jî sebebek din heye.

Ev çend roj in artêşa Tirkiyê dest bi operasiyoneka berfireh li dijî çekdarên PKKê yên li devera Kanî Masê kiriye. Ji ber wê jî tirsek mezin ketiye nav xelkê wê deverê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin