'Du kesên destê wan di êrîşa Hewlêrê de hebû hatin desteserkirin'

'Du kesên destê wan di êrîşa Hewlêrê de hebû hatin desteserkirin'

.

A+A-

Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê yê Kurd Nasir Herkî ragihandiye ku li gor zanyariyên wan têkildarî êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê du kesên destê wan di wî karî de hebûye hatine desteserkirin.

Nasir Herkî ji Rûdawê re daye xuyakirin û gotiye: “Li gor zanyariyên me du kes ku destê wan di êrîşa moşekî ya ser bajarê Hewlêrê de hebûye hatine desteserkirin û niha lêkolîna ligel wan jî berdewam e.”

Li ser encamên lêkolînên derbarê êrîşên moşekî yên milîsan de ku 30ê îlona 2020an jî rû dabûn, Nasir Herkî diyar kiriye: “21 kes bi nav hatine destnîşankirin ku tometbar bûn, tevahiya wan radestî desthilata cîbicîkirinê hatin kirin, daku rêkarên qanûnî li hember wan bistîne.”

Herkî daye zanîn: “Li ser bûyera berê du ji wan kesên ku di bûyera terorîstî de beşdar bûbûn, bi alîkariya dezgehên ewlekariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin destnîşankirin û dîtin.”

Hêjayî gotinê ye, saziyên ewlekariyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê hîn ev zanyarî belav nekirine.

Êrîşa ser Hewlêrê komeke bi navê “Seraya Ewliya El Dem” ku navê wê nû ye û berê nehatiye bihîstin, li xwe girtibû ku ew kom jî di bin erka Heşda Şeibî de kar dike.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin