Du berpirsên din ên Îranê ji ber vîrusa koronayê mirin

Du berpirsên din ên Îranê ji ber vîrusa koronayê mirin

Li gor zanyarîyên çapemenîya fermî ya Îranê cîgirê berê yê îdareya sîyasî ya sipaha pasdaran û dadwerekî dadgeha parêzgeha Gîlanê ji ber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Malpera Tesnîm a ser bi sipaha pasdarên Îranê ragehand: ‘’Cîgirê berê yê îdareya sîyasî ya sipaha pasdaran Ferzad TEzerî ku çend rojek bû li nexwaşxaneyê bû, îro li nexwaşxaneyekî tehranê jîyana xwe ji dest daye.’’

Herwaha çapemenîya Îranê belav kir, di berdewama mirina berpirsên Îranî ya bi vîrusa korona ve, dadwerê dadgeha Gîlanê ku dadwerê taybet ê çapemenîyê jî bûye Mûsa Turabzade ji ber vîrusa korona jîyana xwe ji dest daye.

Ew dadwere berê di dema şerê Îran û Iraqê de jî nav rêzên artêşê de bûye û berketîyê çekên kîmyayî bûye.

Di 20 rojên borî de ku vîrusa korona li Îranê hat ragehandin, gelek berpirs û mela û du parlamenterê Îranê ji ber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane û gelk berpirsên din û 32 parlamenter jî bangeşeya wê yekê hatibû kirin ku vîrusa korona girtine.

Herwaha çapemenîya Îranê îro belav kir Îsmaîl Necar ku serokê navenda krîzên Îranê ye, ber vîrusa korona ketîye.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin