Du asteng derketin pêşîya  Kongreya YNKê

Du asteng derketin pêşîya Kongreya YNKê

Biryar e sibe çaremîn kongreya Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê li bajarê Silêmanîyê birêve biçe, lê belê kongreya YNKê rastî 2 pirsgirêkan hatîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Beşek ji endamên kongireyê duh roja Pênşemîyê gihîştine Silêmanîyê û yên din jî biryar e îro Înê bigihin, amadekarîyên lidarxistina kongreyê heya êvara derbasbûyî jî berdewam bûn, eger kongre careke din neyê paşxistin, dê roja Şemîyê destpê bike.

Li gor zanîyarîyên Rûdawê, gotûbêj û civîn berdewam in ji bo rêkeftina pêşwext li ser awayê hilbijartinan û peyrewa navxwe ya YNKê.

Kongreya çarem a YNKê bi gotara Kosret Resûl Elî dest pê dike, û dê dengdan ji  bo Encûmena Giştî ya Serkirdatîya YNKê bên kirin.

Çend çavkanîyên nava YNKê behsa wê yekê dikin, ku zêdetirî 500 kesan xwe bo Encûmena Giştî ya Serkirdatîyê berbijêr kirine ku ew encûmen dê ji 121 kesan pêk bê.

Tevî amadekarîyên YNKê ji bo lidarxistina kongreya xwe ya çarem, lê belê ev kongre rastî du pirsgirêkên cidî bûye.

Yek ji wan astengan bi sedema Yasaya Partîyan a Iraqê ye. Encûmena Bilind a Komîsyarên Iraqê bi awayekê fermî YNK agahdar kirine, ku li gorî birgeya 5 a madeya 9 ji wê yasayê, herweha birgeya 3 a madeya 10 a heman yasayê ya sala 2015an, nabe ti kes û berpirsên serbazî yan ewlekarîyê endamên partîyan bin û beşdarî di kongireyên partîyan de bikin. Vê yekê astengî ji kongireya YNKê re çêkirîye.

Li gor zanîyarîyên ku ji çavkanîyekî bilind ê YNKê ketine destê Tora Medyayî ya Rûdawê, YNK li gel hikûmeta Iraqê di hewldanê de ye daku rîyeke yasayî peyda bikin ji bo çareserîya wê kêşeyê.

Çavkanîya Rûdawê di nav YNKê de dibêje jî, beşeke zêde ji endamên Kongireyê serbazî ne û xwe ji bo postan jî berpirjar dikin.

Astenga duyem li pêşîya lidarxistina kongreya YNKê, egera amadenebûna Berhem Salih, Serokomarê Iraqê di kongreyê de ye, ku ew jî girêdayî rewşa aloz a Iraqê û dîyarkirina kesekî bo posta serokwezîrê wî welatî ye.

Divîyabû di çend rojên bihorî de posta serokwezîrîyê li Iraqê bihatiba yekalîkirin, lê belê heta niha ew post yekalî nebûye û bi egere mezin dibe ku roja 21ê vê mehê ku heman roja lidarxistina kongreya YNKê ye jî, biryar li wê postê bê dayîn. Ji bo yekalîkirina posta serokwezîr jî amadebûna serokomar li Bexdayê pêwîst û giring e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin