Dr. Zêrevan Berwarî: PKK dixwaze du nameyan bide Herêma Kurdistanê

Dr. Zêrevan Berwarî: PKK dixwaze du nameyan bide Herêma Kurdistanê

.

A+A-

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Zêrevan Berwarî ragihand, PKK bûye hokereke nearamiyê ji Herêma Kurditanê û navçeyê re. 

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Zêrevan Berwarî ragihand, heger em di çarçoveya jeosiyasî de li siyaseta PKKê binêrin, PKK îro bûye hokereke nearamiyê ji Herêma Kurditanê û navçeyê re.

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Zêrevan Berwarî li ser siyaset û kiryarên PKKê de ji K24ê re ragihand, “PKKê berî buhara erebî, hêzeke çekdar bû û bandora wê sînordar bû, lê piştî buhara erebî, PKK ji bo zêdekirina bandorên stratejîk ji aliyê welatên navçeyê ve bi kar tê. Wek mînak Îranê ji bo zêdekirina hejmûna xwe li navçeyê, heta radeyekê PKKê bi kar aniye. Herwiha dema Tirkiye jî siyaseta xwe ya derve guhart û destêwerdana di welatên derdorê de kir, PKK dîsa bû sedema nearamiya deverê û Herêma Kurdistanê.”

Herwiha got: “PKK îro akterek e di warê herêmî de kar dike û bandoreke rasterast li ser jeopolîka Tirkiye û Herêma Kurdistanê dike, ji bo qonaxên bê de jî, ne dûr e PKK bibe sedema nearamiya Herêma Kurdistanê û bibe rêxweşkerek ta ku Tirkiye zêdetir destêwerdanê di nava Herêma Kurdistanê de bike.”

Dr. Zêrevan Berwarî diyar kir: “Tirkiye siyaseteke tund li dijî hemû aliyên kurdî bi kar tîne, PKK jî wek bincet tê bi kar tîne ji bo hejmûna xwe li deverê berfireh bike û bi taybet li Herêma Kurdistanê.”

Derbarê armancên PKKê de jî, da zanîn: “Niha armancine din ên PKKê li Başûrê Kurdistanê hene. PKK niha hewl dide hejmûna xwe ya siyasî li Başûrê Kurdistanê zêde bike û dike xwe bedîlê Partiya Demokrat a Kurdistanê û partiyên din bibîne, ji ber wê jî di demên girîng de hewl dide propagandaya medyayî bike, ta ku bandorê li araste û raya giştî bike.”

Herwiha got: “PKK bi ev kiriyaran dixwaze du nameyan bide serkirdatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ew di her dema bixwaze, dikare destêwerdanê di babetên girîng de bike. Armanca din jî ew e, PKK dikare bandorê li ser asta herêmî çi di aliyê Tirkiye û çi di aliyê Îranê de bike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin