Dr. Roj Nûrî Şaweys koça dawî kir

Dr. Roj Nûrî Şaweys koça dawî kir

.

A+A-

 Endamê polîtburoya PDKê dr. Roj Nûrî Şaweys koça dawî kir.

Qasekî beriya niha endamê polîtburoya PDKê, dr. Roj Nûrî Şaweys ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Dr. Roj Nûrî Şaweys sala 1947 li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bibû. Pişka endazyariyê li zankoya Mûsilê xwandibû. Doktora li Almanya wergirtibû. Endamê polîtburoya PDKê bû.

Di kabîneya yekem ya hikûmeta Kurdistanê de cîgirê serokê hikûmetê bû. Salên 1999 heta 2003 serokê parlementoya Kurdistanê bû. Serokê hikûmetê bû di kabîneya sêyem ya hikûmeta Kurdistanê de.

Dr. Roj sala 2004 bû cîgirê serokê hikûmeta Iraqê, sala 2014 dîsa bû cîgirê serokê hikûmeta Iraqê.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin