Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundîyan nedît

Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundîyan nedît

Serdozgerê Komarê yê Kerbaronê der barê lêpirsîna doza JÎTEM'ê ku 7 gundî kuştibûn de biryar da ku hewce bi şopandina dozê tune ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Serdozgerê komarê yê Navçeya Kerborana Mêrdînê, der barê doza JÎTEM'ê ku li Gundê Çêlikê di 1993'an de 7 gundî kuştibûn biryara bêşopandina dozê da. Li Gundê Çêlikê hatibû îdîakirin ku “PKK’yî ne" û 7 gundî kuştibûn. Doz 7 sal berê hatibû destpêkirin. Dozger piştî 7 salan biryara "hewce bi şopandinê tune" da. Têkildarî dozê Parêzerê dosyayê Erdal Kuzu, dîyar kir ku ev biryar encama polîtîkayê bê cezahiştinê ye û wiha got: "Hemû delîl di bin bendava Ilısuyê de winda kirin. Li gundê Çêlikê yê navçeya Kerborana Mêrdînê di 3'ê Tîrmeha 1993’an de bi îdeaya “PKK’yî ne" 7 gundî hatibûn kuştin. Piştî bûyerê der barê kuştina 7 welatîyan de di sala 2013'an de doz hatibû vekirin. Lê Serdozgerê Komarê yê Kerbaranê piştî lêpirsîna 7 salan a der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Ali Tapan de, biryara "Hewce bi lêpirsînê tune" da. Esker û endamên JÎTEM'ê bi ser gundê Çêlikê de girt û bi îdeaya PKK'î ne welatî Ahmet Kavakçioglu, Mehmet Kavaçioglu, Alaattin Acar, Fahrettin Acar, Mahmut Erol, Suleyman Erol û Zulfer Akkurt kuştin." 

 

Parêzer Erdal Kuzu, anî ziman ku dozger 6 salan der barê dozê de tu lêpirsîn nekir û wiha got: “Dozger 6 salan ji bo ronîkirina dozê tu tişt nekir. Niha jî bi hinceta dem di ser re derbas bûye hewce bi lêpirsînê nedît. Lêpirsîna dosyayê betal kir. Di salên 90’î de li Kerboranê gelek mirov hatin windakirin û kuştin. Dozek JÎTEM'ê ya Kerboranê hêj li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê didome. Ev doza li Semsûrê û doza 7 Gundîyên Çêlikê dişi.in hev. Dozger der barê dozê de lêpirsînek çalak nekir. Dozgerê lêpirsînê 6 salan rawestîya û tu lêkolîn nerir. Polîtîkaya bêcezakirinê didome. Bi salan ev polîtîka bûye wekî rêbazekê. 7 welatî hatin kuştin. Mafê jîyana 7 welatîyan ji alîyê dewletê ve hat binpêkirin. Lê niha dozger biryara bê şopandinê dide. Ev polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Li dijî sucê ku rayedarên dewletê kirîye dîwarek bilind ava kirine. Destûr nadin ku erkdar û rayedarên dewletê yên sûc kirine bên cezakirin. 

 

DELÎL DI BIN BENAVA ILISU DE HIŞTIN

 

Parêzer Kuzu, dîyar kir ku niha delîl di bin ava Bendava Ilisu de hiştin û wiha got: "Gundê Çêlikê yê ku 7 welatî lê kuştin, niha di bin ava Ilısu de hiştin. Bendava Ilısu hem zerarê dide xweza û derdorê û hem jî delîlan tune dike. Dozger 6 salan lêkolîn nekir. Niha bendavê sûcê li dijî mirovahîyê di bin avê de hişt. Me li dijî biryara betalkirina dozê serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Midyatê da. Ev sûcê li dijî mirovahîyê ye. Divê ev yek bi tevahî bê lekolînkirin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin." 

 

MA /  Ahmet Kanbal

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin