Donald Trump: Em dê di demeke nêzîk de aştiya Îran û Îsraîlê jî pêk bînin

Donald Trump: Em dê di demeke nêzîk de aştiya Îran û Îsraîlê jî pêk bînin

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îran û Îsraîl divê li hevdû bikin û dê li hevdû bikin jî, çawa ku wî Hindistan û Pakistan li hevdû aniye dê wan her du welatan jî li hevdû bîne.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê peyamek belav kir û got: "Îran û Îsraîl divê li hevdû bikin û dê bikin jî, çawa ku min Hindistan û Pakistan li hevdû anîn, di wê rewşê de bi bikaranîna bazirganiyê bi Amerîkayê re ji bo dîtona mantiqê, yekîtî û baqiliyê di nav gotûbêjan de bi du rêberên bêhempa ku karîn bi lez biryarê bidin û rawestin!”

Şerê Îran û Îsraîlê bi dijwarî berdewam dike 3 roj di ser şer re derbas bû Îran mûşekan bi ser Îsraîlê de dibarîne û Îsraîl jî hemû navendên stratejîk ên ewlehiyê yên Îranê bombebaran dike.

"Em dê Rojhilata Navîn dîsa mezin bikin"

Serokê Amerîkayê behsa şerê Sirbistan û Kosovayê jî kir û got:

“Her wiha, di dema serokatiya min a yekem de, di navbera Sirbistan û Kosovayê de nakokiyeke tund hebû, ew nakoya ya bi dehan salan bû û ew nakokiya dirêj nêzîkî şer dibû. Min rawestand (Biden bi çend biryarên gelek bêaqilane zerer da derfetên demdirêj lê ez dê dîsa çareser bikim.”

Donald Trump behsa navbeynkariya xwe ya di navbera Misir û Etiyopyayê jî kir û wiha got:

“Rewşeke din Misir û Etiyopya ye û şerê wan li ser bendaveke mezin e ku bandora wê li ser Çemê Nîlê yê mezin heye.

Aştî heye, herî kêm ji bo niha, ji ber destwerdana min û dê wisa bimîne jî! Bi heman awayî, demeke nêz de dê aştî di navbera Îsraîl û Îranê de çêbibe!

Niha gelek pêwendî û civîn pêk tên. Ez gelekî dixebitim û qet spasiyê ji bo tiştekî naxazim lê xem nake, xelk fêm dike. Em dê Rojhilata Navîn careke din mezin bikin!"

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin