Dizeyî: Em rêzê li serweriya wan digirin, hêvî dikin ew jî li ya me bigirin

Dizeyî: Em rêzê li serweriya wan digirin, hêvî dikin ew jî li ya me bigirin

.

A+A-

Berpirsê Peymangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, derbarê Pûla Papa ya nexşeya Kurdistana mezin li ser bû û dema pêşwazîya Papa Francis a Herêma Kurdistanê hatibû xuyakirin daxuyanî da.

Dizeyî li ser bertekên Tirkiye, Îran û Iraqê diyar kir ku ew ji serweriya welatên cîran re rêzdar in û ji bo helwesta tund a li Tirkiyê jî da xuyakirin ku sedema ku mesele hatiye mezinkirin partiyên opozîsyona Tirkiyê ne, çunkî ev meseleyeke polîtîkaya navxweyî ye û muxalîf zorê didin ser hikûmetê.

Dizeyî bal kişand ser ku ji aliyê hin dîzanyeran ve ew pûl wekî nimûne hatine çêkirin û bi minasebeta serdana Papa pêşniyar hatiye kirin û diyarî wezareta hikûmeta Kurdistanê kirine.

Sefîn Dizeyî got ku wezîr jî bixwe diyar kiriye ku ew tenê wekî pêşnûme ne û ji bo çapkirinê biryar li ser nehatiye dayîn.

Dizeyî li ser gazinên çend parlamentarên li Bexdayê yên bo zimanê Pûlê da zanîn ku helbet li Iraqê Erebî û Kurdî zimanên fermî ne û pêwîste herdu bên bikaranîn, lê biryareke wiha ya hikûmetê nîne û ew pêşnûmayên Pûlan ne ji aliyê hikûmetê ve hatine çêkirin.

Li ser nerazîbûnên bo Pûla Papa Francis ji aliyê Tirkiyê ve, Dizeyî bal kişand ser ku beriya niha bi salekê serokekî partiyeke Tirk (Devlet Bahçelî – MHP) Kerkûk bi plakeya 82yan û Mûsil jî bi plakeya 83yan wek bajarên Tirkiyê nîşan daye, lê wan tiştek ji bo vê daxuyaniyê negotiye.

Sefîn Dizeyî bibîr xist ku Hikûmeta Kurdistanê li gorî erk û berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de tevdigere û ji serweriya Îran, Tirkiye û Sûriyê re jî rêzê digire û hêvî dikin ew jî rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin