Dîyale… Herifîna xanîyekî bû sedema mirina 5 kesan ji yek malbatê

Dîyale… Herifîna xanîyekî bû sedema mirina 5 kesan ji yek malbatê

Îro 18.03.2020ê ji ber barîna barana tund xanîyek ji axê hatî çêkirin li navenda parêzgeha Dîyale herifî û ji ber wê jî 5 kesên ji yek malbatê jîyana xwe ji dest dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê polîsê Dîyale Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro ber bi sibehê ve xanîyekî ku ji axê ango ji herîyê hatîye çêkirin, li sînorê bajarê Baqûbe ya navenda parêzgeha Dîyale ji ber barîna barana tund li ser wê malbatê de hate xwar.’’

Herwaha got: ‘’Mixabin 5 kes ji malbatekî jîyana xwe ji dest dan û 2 zarok bi zehmetî hatin rizgar kirin.’’

Navborî got, ew du zarokên hatine rizgar kirin birine nexwaşxaneyê.  

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin