DÎTAMê performansa CHPê ya derbarê pirsa Kurd de nirxand

DÎTAMê performansa CHPê ya derbarê pirsa Kurd de nirxand

.

A+A-

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) li Diyarbekirê derbarê performansa CHPê di warê opozîsyontiyê de civînek li dar xist. 

 Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) li Diyarbekirê derbarê performansa CHPê di warê opozîsyontiyê de civînek li dar xist. Cîgirê Serokê Koma CHPê yê Parlementoyê Ozgur Ozel jî wek axaftvan beşdarî civînê bû û nûnerên saziyên sivîl rexneyên giran li CHPê kirin ku derbarê pirsa Kurd de wêrektir tevnagere.

Li Diyarbekirê derbarê opozîsyontiya Partiya Komarî Ya Gel CHPê de bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê DÎTAMê ve civînek hat lidarxistin. Civînên ku bi navê Diyalogên Tîgrîsê tên li darxistin de axaftvan Cîgirê Serokê Koma CHPê yê Parlementoyê Ozgur Ozel bû û bi piranî jî helwesta CHPê ya derbarê çareseriya Kurd de hat nîqaşkirin. Di civînê de Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê DÎTAMê Mehmet Vural amaje kir ku pirsa Kurd pêşiya CHPê wek dîwarekê ye û CHP çi bike bila bike dê rastî wî dîwarî were û da zanîn ku ew, performansa CHPê ya ji bo çareseriya pirsa Kurd naecibîne.

Serokê DÎTAMê Mehmet Vural ji K24ê re diyar kir: “CHP avakerê dewleta Tirkiyê ye û her dem pirsa Kurd binerd kiriye. Lê niha partiya mezin a muxalefetê ye. Kurd êdî wisa ji CHPê re qebûl nakin. CHP berê ji bajarên Bakurê Kurdistanê parlementer derdixist lê niha êdî nikare derxe. CHP divê bi Kurdan re têkiliyek baş deyne.”

Di civînê de Cîgirê Serokê Koma CHPê yê li Parlementoya Tirkiyê Ozgur Ozel hember rexneyan anî zimên dibe ku xeletiyên wan hebin, lê divê aliyên Kurdan jî destê xwe ji CHPê re vekin û di her xeletiyekê de xwe li hember CHPê bihêrs nekin da ku CHP paşve gav neavêje. Ji ber ku CHPê ji bo çareseriya pirsa Kurd ji nû ve hêdî hêdî dibe xwedî ezmûn.

Ozgur Ozel diyar kir: “Aliyek vê mijarê jî ew e ku divê em bikaribin xwe rexne bikin. Derbarê çareseriya pirsa Kurd de em wek zarokek ku nû hînî meşê dibe xwe dibînin. Em radibin ser piyan û hêdî hêdî ber bi Kurdan ve dimeşin, lê dema ku Kurd dengê xwe li me bilind dikin em ditirsin paşve diçin. Bila Kurd destê xwe ji me re vekin û bila me wêrektir bikin. Emê bi 25 parlementeran serdana her bajarek ku me parlementerî jê dernexistiye bikin.”

Nûnerên saziyên sivîl derbarê statuya kurdan, perwerdeya kurdî û qetlîamên dîrokî yên hember kurdan de rexneyên giran li CHPê kirin. Di civînê de li ser rewşa CHPê ya li Bakurê Kurdistanê jî nirxandin hatin kirin û hat amajekirin  CHPê 18 sal in li 18 bajaran ku bajarên Bakurê Kurdistanê ne, qet parlementerî bi dest nexistiye û sedema vê yekê ya sereke jî helwesta CHPê ya hember pirsa Kurd e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin