Dillon: Em li Minbicê dimînin

Dillon: Em li Minbicê dimînin

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, dê li Minbicê bimînin û şerê wê li dijî DAIŞê dê berdewam be.

A+A-

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dillon ji rojnameya “Riyaz” Siûdiyê re derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê de ragihand, ta niha guhartin di erkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê de çênebûne.

Dillon got jî, Amerîka dê deverên rojhilatê çemê Firêt û ta sînorê Iraqê kontrol bike û nahêle liv û tevgera DAIŞê li wê deverê bimînin.

Derbarê Minbicê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî tekez kir, dê hêzên wan li Minbicê bimînin. Got jî, aliyê desthilatdariya Minbicê dike Encûmena Sivîl e û piraniya wê ji Erebên deverên ne.

Berî çend rojan Serokê Amerîka Donald Trump gotibû, hêzên Amerîkî dê ji Sûriyê vekişin.

Her di wê derbarê de, îro ajansa “Anadolu” ragihand, îro Amerîka 300 leşker ligel gelek alavên leşkerî yên pêşkeftî derbasî devera Minbicê kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin