Di zargotin , dokument û fermanan de zelaldibe ku, herêma Xerzan-Garzanê "makewelatê Konfederasyona Reşan“ buye
.
Kemal Tolan
Kurdzanê Rus M.S.Lazarev dibêje, “Di wexta hinek netew bi alîkariya Îngilîzan di sala 1820 de, xwe ji Îpararatoriya Osmanî veqetandine û dewletên xwe avakirine Weke Sirbîstanê-1815, Yûnanîstanê-1828, Romaniya û.w.d. Dîsa „di dawiya dehsaliya sisiya ya sedsala XIX a da rûyê şerê Rûsiyayê- Îranê yê di salên 1826-1828 a û şerê Rûsiyayê- Tirkiyê yê di salên 1828-1829 a da sînorên Împaratoriya Rûsiyayê nêzîkî sînorên Kurdîstanê bûn û perçekî erdê kurda kete bin hukumê Rûsa “*1
Li gorî ez dizanim, Êzdî di bin desthilatdariya Osmaniyan û navbera hevrikî û nakokiyên begên Kurdên Musilman de heta sala 1828an ku, Şêx Mîrza yê Anqosî*2(rûp.:65-68) li dijî zilma Kurdên musilman î nezan û Sultanên Osmayniyê derdikeve jî hinekî xweser jiyane.
Dîrokzane, nivîskar û lêkolînvanê rêzdar kekê Xerzî Xerzan di lêkolîna xwe de dibêje, „herêma Reşan, Çiyayên Reşan, Çemê Reşan û Pira Reşan ku, berê gelek gundên wan hebûne, heta xelqê wê jî wek Reşî dihatin nasîn, makewelatê Konfederasyona Reşan bixwe bûye. Ev herêma di nav bera Rojavayê Sêrtê û heta ava Botan û li ber qeraxên başûrê çemê Bedlîsê de dimîne. Heta ava Bedlîsê digihîje Botan tevahî Reşa ye. Niha jî herêmek bi navê Reşan heye û girêdahiyê Gurdilan e, a ku Şerefxanê Bedlîsê ew wek Mîrekiya Gurgilê an jî Gurdkilê pênase dike.. “*(3- rûp.:122-123)
Şerefxanê Bedlîsê di Şerefname de*(4- rûp.: 184 de )dibêje, „Navê Gurgil, beri Curdqîl bûye, pişt re di nav zeman de ji ber nav xelkê de zêde bikaranîna wê, guheriye û şiklê Gurgil bi ser de hatiye-305. Çiyayê Cûdî, ku gemiya Nuh Pêxember -rehma Xwedê li wî ….be- li ser sekiniye, di vê navçeya han de ne. Li nahiya Gurgilê néziki sed gundên xiristiyan û musûlmannişîn hene. Li wir, gelek zozan û havingehên têrçêre, xweş, pît û bereket hene. Gelek eşiret û qebilên kurd ên koçer ji bo xwedikirina heywanên xwe, hemû wextê di navbera van ciyan de di çûn û hatinê de ne. „
Belê herçiqas Şerefxanê Bedlîsê di berhema xwe „Şerefname“yê de(*4 rûp.: 242) dibêje „Kurdistan di dema fatihan de ji serî heta binî serûbin kirine„jî, ewî jî weke gelek nivîskarên ku “Defterên Dîroka Osmaniyan“ nivisandine ne xwastiye bi rastî û eşkere bahsa rewşa Êzdiyan ye wî wextî bike..”*(2-rûp.:25 )
Di gelek dokumentên „arşîvên Osmanî yên Serokwezîrtiyê“*5 (rûpelên 76-77) de dane xwanê, şahdetiya ku Êzdî ji herêma Xerzan bi darê zorê koçberbûne didin û mînak yek ji wan dibêje: “Dema Reșit Pașa yê waliyê Sîvasê, di sala 1835 de herêma Xerzan dike hinek Êzdiyên li herêma Xerzan dijiyan , bi darê zorê radike wan tîne li gundên deșta Amedê de bi cîh dike. Hafiz Paşayê Osmaniyê di sala 1837 de dest daniye ser 3000 zarokên Êzdî û ew li ser leşkerên artêşa Osmaniyê parvekirine. „
Her wisa di lêkolîneke din de jî têgotin, „ Li herêma Xerzan ê di salên 1832-1842 de şerekî mezin di navbêna leşkerên Osmanî , begên Kurdan û bi taybetî jî li hemberî Êzdiyan rûdaye.
Reşit Paşayê Osmaniyê di sala 1835 de bi alîkariya siwariyên hinek begên Kurdên herêma Muşê û Diyarbekirê êrîşî ser Êzdiyên herêma Xerzan kiriye. Reşit Paşa di rapora ku 01.11.1835 de li Stenbulê nivîsandiye de eşkere dibêje, „Di vegera ji aliyê Xerzanê , li 'Çiya 'Ekrad-1 Laîn' yê Xerzanê ku bi navê eşîra wê jî tê binavkirin, dîsa berxwedanê destpêkir. Ji bo armanca disîplîn û perwerdehiya wan, Mûtesellimiyên Mûşê Emîn Paşa bi qasî sê hezar siwarî û çar hezar leşker piyade ji aliyê Diyarbekirê ve hatin tayînkirin.
Leşkeran ji dû milan ve êrîşî ser dû-sê gundan kesên navborî xistin. Hejmarek gundên deştê hatin girtin, gelek kes hatin îdamkirin û sirgûnkirin…….."*6(rûp.:31-32)
Serhatiyên ku generalê Alman Helmuth Graf von Moltke, yê ku bixwe jî di vê demê de di pêşiya leşkerên siltan û paşayên Osmaniyanî yên tevî Kurdên îxanetkar de bûye, di nameyên xwe de eşkere didexwanê û dibêje*7, „leşker bi navê „Allah! Allah! -” êrîşkirne ser xelkê Mesihî, Ȇzdî ȗ Kurdȇn welatperwer, yên ku hîna li de derdora „Jesid –hane-suj- -ava Êzdîxane[nexşa di nav herêma Xerzan“Garzan“ê de mabûn.