Di salvegera jidayîkbûna Nemir Barzanî de li Rûsyayê kurseka zimanê kurdî hat vekirin

Di salvegera jidayîkbûna Nemir Barzanî de li Rûsyayê kurseka zimanê kurdî hat vekirin

.

A+A-

Bi boneya 118emîn salvegera jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî, li bajarekî Rûsyayê kurseke fêrkirina zimanê kurdî bo zarokan hat vekirin.

Bi helkefta 118emîn salvegera jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî, rêxistina Arya bi piştevanîya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Sîlo Bîlo yê komara Adygea ya Federal ya Rûsyayê kurseke fêrkirina zimanê kurdî bo zarokan vekir.

Serokê Rêxistina Arya Ezîz Şamîlov ji K24ê re got: "Ji bo pîrozkirina rojbûna rêberê ruhî yê kurd Mistefa Barzanî, me dest bi kurseke hînkirina zimanê kurdî ji zarokên bajarê Sîlo Bîlo re kir."

Ezîz Şamîlov her wiha got: "Ji ber ku zarokên kurd li dayîngeh, dibistan û derveyî malê bi zimanê rûsî diaxivin, asta zimanê kurdî yê zarokan ne wek em dixwazin e û eger ji niha û pê ve xema wê yekê neyê xwarin, wê neviyên me zimanê xwe yê dayikê ji bîr bikin. Ji ber vê yekê em bi alîkarî û piştgîriya Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî her roja Şemî û Yekşemê waneyên zimanê kurdî, dîroka kurdî û erdnîgariya Kurdistanê fêrî zarokan dikin ji bo em zimanê xwe yê dayîkê û mayîna me di nava neteweyên biyanî de biparêzin."

Şamîlov diyar kir: "Ji ber nebûna cihekî guncaw û kêmbûna karînên madî, kurs tenê şiyana wê heye ku 20 xwendekar tê de bin. Mixabin ji ber nebûna cihekî guncaw, em nikarin zêdetir xwendekaran wergirin, ji ber pirsgirêkên madî hîn jî cihekî me yê guncaw tune ye ji hejmarke zêdetir ji van kursan sûdê werbigirin.Di dema pêş de em ê komeke werzîşê ava bikin, ji bo zarok û ciwanên kurd ji bilî xwendinê werzişê jî bikin, da ku tenduristiyeke baş ji zarokên xwe re peyda bikin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin