
Di rêzefîlmeke Îranî de bêrêzî li Kurdên Lor hat kirin
.
Di rêzefîlmeke Îranî de bêrêzî li Kurdên Lor hat kirin û li dijî wê bêrêziyê xwenîşandan tên lidarxistin.
Di beşeke rêzefîlma televîzyonî ya bi navê “Sooshun” de xelkê parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê wekî xelkekî birçî, reş û rût û paşvemayî hatin nîşandan.
Xelkê Loristanê dibêje ku ew bêrêzî “bi qestî” li wan hatiye kirin û doh hejmarek welatî li ber Birêvebiriya Çandê ya Şîrazê li hev kom bûn.
Beşdarên kombûnê ragihand ku ew dê li hemberî bêrêziya ku li nasnameya wan a neteweyî û çandî hatiye kirin bêdeng nemînin û wan li dijî xemsariya sazî û dezgehên hikûmetê yên li hemberî bêrêziya li xelkê Loristanê dirûşm gotin.
Heta niha di gelek fîlm û bernameyên televîzyonê yên Îranê de bêrêzî li Kurdan hatiye kirin û sala 2013an jî Kurdên Lor li dijî wan bêrêziyan xwenîşandan kiribûn.
Li ser torên civakî hatiye belavkirin ku dê di rojên pêş de li bajarên din jî kombûn û xwenîşandan bên lidarxistin.
Derhênera rêzefîlma televîzyonê ya Sooshunê Narges Abyar e û heta niha 7 beş jê hatine weşandin.
Bîrdoza fîlmê ji romana Sooshunê ya Sîmîn Daneshvar hatiye wergirtin ku behsa rûdanên li bajarê Şîrazê yên di salên dawî yên Şerê Cîhanê yê Duyem de dike.
Derhêner û tîma berhemanîna rêzefîlma Sooshunê di daxuyaniyekê de daxwaza lêborînê ji Kurdên Lor kir û got, ew beşa ku bûye sedema nerazîbûnê, ji rêzefîlmê hatiye derxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin