
Di operasyona “Pence-Brûsk”ê de leşkerek din mir
.
A+A-
Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiriye ku di dema operasyona leşkeri ya bakurê Iraqê de Hûsamettîn Gokçe, serleşkerê pispor miriye.
Hêzên Çekdarî yên Tirkan(TSK) operasyonên ku li herêma Avaşîn, Metîna û Zapê ku li sînorê Herêma Kurdistanê ne dabû destpêkirin didome. Di dema operasyonê de Husamettîn Gokçe, serleşkerê pispor ê beytar can daye.
Wezareta Berevaniya Netewî li ser hesabê xwe yê medya civakî ji malbat û xizmên leşkerê ku miriye re sebir xwestiye.
Di çarçoveya operasyona ku di 23ê Nîsanê de destpêkiribû di 26ê Nîsanê de jî Aydoga Aydin, tümgeneral miribû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin