Di meha Sibatê de hinardekirina bajarên Bakur ji sedî 1,6 zêde bû

Di meha Sibatê de hinardekirina bajarên Bakur ji sedî 1,6 zêde bû

Serokê Rêvebirên Yekîneyên Hinardekarên Başûrê Rojhilat (GAIB) Ahmet Kilecî ragihand ku li gor sibata par, îsal di heman mehê de li bajarên Bakurê Kurdistanê hinardekirin bi rêjeya ji sedî 1,6 zêde bûye û gihîşte 719 milyon dolar.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Rêvebirên Yekîneyên Hinardekarên Başûrê Rojhilat Ahmet Kilecî derbarê amarên hinardeyên bajarê Bakurê Kurdistanê yên di meha Sibatê de daxuyanîyeke nivîskî belav kir û tê de dîyar kir ku rêjaya hinerdekirinê ji bo herêmê cihê kêfxweşîyê ye.

Ahmet Kilecî dibêje: “Di Sibata 2020an de li gor heman meha par, bi rêjeya ji sedî 1,6 hinarde zêde bûye û firotina bo dervey welat gihîşte 719 milyon dolaran. Ji bajarê Dîlokê jî meha borî ji sedî 6,6 zêde bûye û bi qasî 632 milyon û 121 hezar dolar hinarde çêbûye.”

Bi gotina Kilecî, rêjeya bilindbûna meha Sibata 2020ê ya li Dîlokê, heta niha sibata herî zêde hinarde hatîye kirin bûye.

Kilecî da zanîn ku ji bajarên Bakurê Kurdistanê bo 175 welatan kelûpel têne hinardekirin û wiha pê de çû: “Herî zêde bo Iraq, Amerîka, Erebistana Siûdîyê, Brîtanya, Sûrîye, Îtalya, Lîbya, Almanya, Îsraîl û Venezuela kelûpel têne hinardekirin. Piranî kelûpelên weke makîneyên mehfûr, qumaş, ben, madeyên plastic, ron, kelûpelên daran, berhemên hesin û pêlav bo derve têne şandin.”

Rûdaw

 

Etiket :
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin