Di hilbijartinên Sûrîyê de 4 Kurd bûn parlementer

Di hilbijartinên Sûrîyê de 4 Kurd bûn parlementer

Di xûla nû ya parlamentoya Sûrîyê de, 4 kesên Kurd bi ser ketin û ji wan sê kes jî lîsteya Partîya Beasê ne.

A+A-

Di hilbijartinên Sûrîyê de 4 parlemanterên bi eslê xwe Kurd hatine hilbijartin, 2 ji wan Kurdên Şamê ne. Ji Efrînê jî endamekî Kurd ê partîya Beasê û li Hesekê jî endamekî Kurd ê partîya Komunîst hatine hilbijartin.

Di xûla nû ya parlemana Sûrîyê de, ji koka 250 endamî, tenê 4 parlemanterên bi regez Kurd hene. Piştî derçûna encamên hilbijartinên parlemana Sûrîyê, dîyar bû ku  ji koka 250 endamî, tenê 4 endamên Kurd hatine hilbijartin. Li Şamê, Emar Bekdaş, bi regez Kurd e, û sekreterê Partîya Komunîst e. Herwiha Samir el Eyûbî, ku bi regez ji Kurdên Şamê ye. Li herêma Helebê, Alan Bekir, ku xelkê Efrînê ye û endamê Partîya Beas e.  Li parêzgeha Hesekê jî, Ebdulrehman Xelîl ku endamê Partîya Komunîst e.

Li gor daxuyanîyên fermî yên komîteya Bilind a hilbijartinan, rêjeya dengdanê pir kêm bûye, 19.000.000 kes ji mafê wan bû deng bidin. 6.224.687 kesan dengê xwe dane. 33.17% rêjeya dengdanê bûye.

Derbarê kêmbûna rêjeya dengdanê, Hîşam el-Şear, wezîrê Dadê got: “Sedema rêjeya kêm a dengdanê di hilbijartinan de bahora Koronayê û hejmara mezin a Sûrîyan li derveyî welat bû ku ne ji mafê wan bû deng bidin.”

Roja sêşemê, Komîteya Dadwerî ya Bilind a hilbijartinan encamên hilbijartinên Parlemana Sûrîyê ragihandibûn. Li çend parêzgehan, hejmarek kandîd tane di encamên wan hilbijartinan dane. Li parêzgeha Hemayê jî, xwepêşandan li dijî encaman bi rê ve çûn.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin