Di bûyeryên li Iraqê da herî kêm 460 kes hatine kuştin

Di bûyeryên li Iraqê da herî kêm 460 kes hatine kuştin

Komîserîya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Iraqê dîyar kirîye ku di çalakîyên li dijî hikûmetê yên ketin meha xwe ya 3yan da di Cotmeh û Mijdarê da herî kêm 460 kes hatine kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Komîserîya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Iraqê dîyar kirîye ku di çalakîyên li dijî hikûmetê yên ketin meha xwe ya 3yan da di Cotmeh û Mijdarê da herî kêm 460 kes hatine kuştin.

Elî Beyatlîyê ezayê komîserîyê daxuyanî da medyaya herêmî û agahîyên li ser çalakîyên li Iraqê dewam dikin dan.

Beyatli destnîşan kir ku di çalakîyên li dijî hikûmetê da di Cotmeh û Mijdarê da herî kêm 460 kes hatine kuştin û 17 hezar û 400 kes jî birîndar bûne.

Beyatli dîyar kir ku welatê wan ji pêvajoyeke hesas derbas dibe, hêrsa çalakvanan ew ê bi îstifaya Adil Ebdilmehdîyê Serokwezîrê Iraqê daneyne.

Jeanine Hennis-Plasschaerta Seroka Misyona Alîkarîya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) jî do di daxuyanîya xwe da dîyar kiribû ku ji cotmehê vir da di protestoyan da ji 400î zêdetir kes hatin kuştin, 19 hezar kes jî birîndar bûn.

Ebdilmehdîyê Serokwezîr ji ber çalakîyên ji 1ê cotmehê vir da li Bexdaya paytext û bajarên li başûrê welêt dewam dikin di 29ê mijdarê da mecbûr mabû îstifa kiribû.

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin