Di 6 mehan de 642 bûyerên şewatê li Hewlêrê çê bûne

Di 6 mehan de 642 bûyerên şewatê li Hewlêrê çê bûne

.

A+A-

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê, Serkewt Kareş ragihand, tenê di 6 mehên bihorî de 642 bûyerên agirberbûnê li Hewlêrê çê bûne û daxwaz ji welatiyan dike, ku bêhtir pabendî rêkarên xweparastinê bin.

Serkewt Kareş derbarê şewata li bazara Hawler Mall a li ser cadeya 30 metrî ya Hewlêrê jî ji Radyoya Rûdawê re da xuyakirin, Hawler Mall pêştir hatibû agahdarkirin ku pabendî rêkarên Berevaniya Sivîl be, lê mixabin ew yek pêk neaniye.

Kareş got: “Pêştir Hawler Mall hatiye agahdarkirin ku rêkarên Berevaniya Sivîl pêk bîne û me nivîs jî heye. Di vê rewşê de ku ew agir bi bazarê ketiye, dê lêpirsîn pê re bê kirin.”

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê diyar kir, “ziyana bazara Hawler Mall bi ser 3 cureyan de hatiye dabeşkirin; bi vî awayî ku 5 dikan û 2 qehwexane ji ber agir şewitî ne, beşek ji dukanan ji ber dûkel û ava ku tîmên me bo vemirandina agir bikar anîne ziyan dîtine ku piraniya wan dikanên firotina cil û bergan bûne û beşa sêyem, ew ziyan in ku gihîştine avahiya bazarê û dekorasyona wê.”

Serkewt Kareş tekez kir, hêj sedema derketina şewata li Hawler Mall nehatiye zanîn, lê derbarê bûyerê de komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanîn.

Roja Înê 25ê Hezîrana îsal agir bi bazara Hawler Mall a li ser cadeya 30 metrî ya Hewlêrê ket û zirareke mezin gihîştine piraniya dikanên wê bazarê.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê destnîşan kir, ku roja 8ê Adara îsal tîma Binkeya Xaneqa ya Berevaniya Sivîl a Hewlêrê serdana bazara Hawler Mall kiriye û rênimayên pêwîst ên berevaniya sivîl dane dikandar û rêveberiya bazarê û Rêveberê Îdareya bazarê soz dane ku tevahiya rêkaran cîbicî bikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin