Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistanê hêvîyekê ji Kurdên Almanyayê dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistanê hêvîyekê ji Kurdên Almanyayê dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistanê hêvîyekê ji Kurdên li Almanya dimînin dike

A+A-

Navenda Nûçeyan - Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistanê hêvîyekê ji Kurdên li Almanya dimînin dike, ji ber ku xwedîyê wan li welêt di rewşeke dijwar de dijîn û pêwîstîya wan bêhtir bi alîkarîyan heye, têçûna zêde ya merasîmên sersaxîyê li Ewropa nekin û ji bo hejar û malbatên şehîdan bên şandin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistanê ku daxuyanîya xwe li ser hejmara xwe ya tora civîkî “Facebook” belav kir, wiha tê de hatîye:

“Gelî xuh û birayên hêja !

Em weke "Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistan" û civaka civîl - bi rihsipî û zaneyên xwe ve, li Akadimîya Kurdistan Navnetewî li bajarê "Kassel - Elmanîya", di 1/3/2020 an de, kom bûn û me li ser pirsa li darxistina "Te'ezîyan - şînê", guftûgo kir, ji ber ku Te'ezî bûne barekî giran di mesrûfê de li ser xelkê, ku ehlên wan li welêt di rewşeke dijwar de dijîn û bihtir hewceyî arîkarîyê ne ji wan.

Piştî danûsitandinê, civatê ev xalên jêrîn ji boyî birêvebirina Te'ezî Yan be durist dîtin:

- Dana xwarin û fêkî were rakirin. Bi tenê av û ça û qehwe di Te'ezîyê were dan.

- Heçî malên wan ji qonaxa seetkê û wêdetir dûrî bajarê "Kassel - yan jî cihê Te'ezîyê" be, dikare bi rêya telefonê, yan jî internetê, serxweşîya ehilên rehmetî bike.

- Ji dêla wê mesrûfa zêde,bila xêra mirî, were rêkirin bo feqîr û perîşan û zarwên şehîndan re li welêt,û herwesa ji kirîna derman û pêdivîyên nexweşên tengezar re.

- Te'ezî rojeke tenê be,ji seet 11:00 - 18:00

- Pêwîst e ku xelk, berî wext, bi cihê Te'ezîyê werin agehkirin, qene bikaribin rehet bi "erkên" xo rabin.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin