Dêrsîmîyan ji ber Kanîyên Mûnzûrê bertek nîşan dan

Dêrsîmîyan ji ber Kanîyên Mûnzûrê bertek nîşan dan

Şênîyên gundê Zîyaretê bertek nîşanî çêkirina înşata li Kanîyên Mûnzûrê dan û gotin: “Pêwîst bike em ê xwe biavêjin ber kepçeyan.”

A+A-

Navenda Nûçeyan - Walîtîya Dersimê biryar da ku li Kanîyên Mûnzûrê avahî ango înşat werin çêkirin. Ev Kanîyên Mûnzûrê li navçeya Pulurê ya Dersimê ne. Şênîyên gundê Zîyaretê ya li ber Kanîyên Mûnzûrê bertek nîşanî çêkirina avahîyên li wir dan û gotin ew ê destûr nedin ku înşat li wir were çêkirin. 

 

‘BILA DEST NEDIN MÛNZÛRA ME’ 

 

Ji şênîyên gund Fatma Aydogdû dîyar kir ku Kanîyên Mûnzûrê cihê bawerî û îbadetên wan e û got: “Em dixwazin zîyaretgehên me bi xwezaya xwe bimînin. Em ê destûr nedin kepçe zîyaretgehên me xera bikin. Bila dest nedin kanîyên me û Mûnzûra me. Em ê nehêlin kepçeyan bînin li vir bidin. Em dixwazin wisa bimîne. Em bi bawerîyek mezin tên vir. Em ê destûr nedin ku zîyareta me hilweşînin.” 

 

‘NE TURÎZM E CİHÊ BAWERÎYÊ YE’ 

 

Hacer Çelîk jî anî ziman ku heke kepçeyan li çavkanîyên ava were xistin dê her tişt tune bibe û got: “Ez 5 sal berê hatim li gund bicih bûm. Ev der welatê dayika min e. Em ê nehêlin kepçe van deran xera bikin. Em ê heta dawîyê li ber xwe bidin. Ev der cihê îbadeta me ye. Em her hefte bi loqmeyên xwe tên vir û nîyazan dikin. Yên tên vir qirêjî dikin û paşê em gelemşeya wan kom dikin. Ev der ne cihê turîzmê ye, ev der cihê bawerîya me ye. Em naxwazin deste xwe bidin vir.” 

 

‘EM Ê XWE LI PÊŞÎYA KEPÇEYÊ DIRÊJ BIKIN’ 

 

Şênîya gund Hatîce Çelîk jî destnîşan kir ku ew tu tiştekî ji rayedaran naxwazin xwesteka wan tenê ew e ku ev der neyê hilweşandin û wiha got: “Heta niha ji bo kanîyên me razemenî nehatîye kirin. Çibû ku bi yek carê projeyan danîn holê. Ev der şûngeha me ya pîroz e. Em ê destûr nedin destê xwe dirêjî vir bikin. Hewce bike em ê xwe biavêjin pêşîya kepçeyan. Em ê bi şev û roj ji vir ranebin. Bila kepçe me bipelçiqînin û biçin. Em li vir çêbûne û mezin bûne. Em tên vir nîyaz dikin û findên xwe pê dixin. Di meha Xizir a Hawtemal de her tim tên vir.” 

 

GUNDÎ LI DIJÎ PROJEYÊ NE 

 

Şênîyên gund ku her roj ji bo kanîyên wan zirarê nebinîn her roj li cihê kanîyan tên cem û gotin: “Em ê ne bihêlin ku kepçe bikeve vir û ne jî destûr bidin ku ev der were kolandin. Kalepîrên me pêlavên xwe derdixin bi metreyan pêxwaz tên zîyarete. Em qûrbanên xwe û xêra xwe li vir belav dikin. Em li dijî vê projeyê ne.” 

 MA / Ayşe Surme

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin