Dêrsim: Qada Sûlavên Munzûrê ji bo seyranê hat qedexekirin

Dêrsim: Qada Sûlavên Munzûrê ji bo seyranê hat qedexekirin

.

A+A-

Li navçeya Pilûrê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê qada Sûlavên Munzûrê ji bo seyran û kampan hat qedexekirin.

Sûlavên Munzûrê (Munzûr Baba) di asta yekemîn de di bin parastinê de ye.

Parêzgariya Dêrsimê li ser qedexekirinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorê daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê bi armanca bo geştyaran xizmeteke baştir bê pêşkêşkirin ji 1ê Hezîranê heta 15ê Îlonê qada Sûlavên Munzûrê ji çûna seyranê û danîna konan re hatiye qedexekirin.

Parêzgariyê di daxuyaniyê de diyar kir ku li Sûlavên Munzurê yên li gundê Ziyaretê li kêleka avê ji bo seyranê rawestandin, ji derve kelûpel anîn, avjenîkirin, kampavakirin, komkirina dar û giya û pîskirina jîngehê hatiye qedexekirin.

Herwiha hat ragihandin ku ji xeynî otomobîlên welatiyên temen mezin û astengdar ketina otomobîlan a qadê jî qedexe ye.

/rûdaw/

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin