Derbarê mirina Emîn Îsa de daxwaza komîteyeke lêkolînê tê kirin

Derbarê mirina Emîn Îsa de daxwaza komîteyeke lêkolînê tê kirin

.

A+A-

 Partiya Pêşverû û 12 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan, derbarê bûyera mirin û îddîayên îşkencekirina Emîn Îsa Emîn de daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bêalî kirin.

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, derbarê bûyera mirina Emîn Îsa Emîn ragihand, ji bo ku rastî were eşkerekirin, divê komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bê alî, ji kesên pispor were pêkanîn û rastiyê ji raya giştî re eşkere bike.

Polîtbîroya Partiya Pêşverû dibêje, Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Rêveberiya Xweser di ber ewlekarî û parastina welatiyan de berpirsiyar e û dibêje, ku “ew karê hatiye kirin, li dijî hemû buhayên mirovî û civakî ye.”

Partiya Pêşverû diyar dike, ji ber ku rastî ne hatiye zelalkirin, divê komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bê alî were pêkanîn û encamîn lêkolînên xwe li ser wî “karê şermezar” rabigihîne.

Herwiha 12 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan jî derbarê bûyerê de daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê ya serbixwe û bêalî kirin.

12 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan ên ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihandin ku “Rêveberiya Xweser di ber mirina Emîn Îsa Emîn de berpirsiyar e, ji ber ku ew desthilatdar e û berpirsiyariya selametiya xelkê, di stûyê wê de ye.”

Ew 12 rêxistin, daxwaza avakirina komîteyeke serbixwe û bê alî dikin ku nûnerên rêxistinên mafên mirovan jî di nav de hebin û ji nû ve lêkolînê li ser termê Emîn Îsa bikin û encaman ji raya giştî re rabigihînin.

Di nava wan 12 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan de, Navenda Dadê ya Mafên Mirovan, Desteya Yasayî ya Kurd, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê û Saziya Êzdîna jî hene.

Ev di demekî de ye ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê jî derbarê mirina Emîn Îsa di zindaneke Rêveberiya Xweser de daxuyaniyek belav kiribû û daxwaza lêkolîn û lêpirsîneke bilez derbarê bûyerê de kiribû.

Emîn Îsa Elî roja 28ê Hezîranê di zindana Xiwêran a Hesekê de canê xwe ji dest daye, malbata wî dibêje, Emîn di jêr “îşkenceyê” de hatiye kuştin û wêneyên laşê wî li ser torên civakî belav kirine ku şopên îşkenceyê li ser tên dîtin.

Lê Rêveberiya Xweser vê yekê red dike û dibêje, ew xort bi “celteya mejî” miriye û tekez dike, wêne û dîmenên cenaze ku hatine belavkirin, bi fotoşopê hatine amadekirin.

Emîn Îsa Elî ji gundê Bîrikê yê Dirbêsiyê û 35 salî bû, zewicî bû û 2 zarokên wî hene.

Malbata Emîn Îsa daxwaz ji Rêveberiya Xweser û herwiha rêxistinên navdewletî kiriye, ku derbarê bûyerê de lêkolîneke bê alî bê destpêkirin. Malbatê herwiha ragihandiye, ew amade ne ji bo vekirina tirbê û keşfa termê Emîn Îsa bi amadebûna ragihandinê û komîteyeke pizîşkên bêalî.

Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser têkildarî mirina Emîn Îsa de pêr 29ê Hezîranê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Di encamên lêkolînkirina cenaze de diyar bû ku şopên tundî û îşkenceyê lê tunene. Li gorî raporên bijîşkan, sedema wefata wî krîza mejî ye ku encama aloziyeka rehan de derket.”

Li aliyeke din Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bûyera mirina Emîn Îsa weke “kiryareke tawankarî” bi nav kirine û daxwaza lêkolîneke bilez a bê alî derbarê bûyerê de kirine.

Ofîsa Karûbarên Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû, “Armanc ji van îdiyan belavkirina fitneyên û reşkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye” û tekez kiriye, “Heger gumanên malbatê li ser rewşa wefatê hebe, em dikarin komîteyeke lêpirsînê ava bikin da ku sedema wefatê lêkolîn bike.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin