Dengê Pirtûkan: 200 pirtûk bi Kurmancî û Zazakî amade ne

Dengê Pirtûkan: 200 pirtûk bi Kurmancî û Zazakî amade ne

.

A+A-

amosteya zimanê Kurdî û damezrênera sepana (application) pirtûkên dîjîtal a Kurdî Zeynep Sultan Atli got: “Me heta niha 80 pirtûkên çîrok, roman, helbest û kovar bi deng xwendine.”

Zeynep Sultan Atli, îro 21ê Sibatê beşdarî bernameya “Nûroj” a Rûdawê bû û behsa xebatên “Dengê Pirtûkan” kir.

Atli diyar kir, wan sala 2020an bi fermî kompanya ava kirine û tevî zehmetiyan xebatên xwe berdewam dikin.

Atli got: “Me heta niha zêdeyî 200 pirtûkên çîrok, roman, helbest û kovar bi dengê Kurmancî û Zazakî xwendine û li ser playstore û appstore bar kirine. Herkes dikare bernameyê deyne ser telefona xwe. Ji zarok heta mezin bo her temenî pirtûkên me yên xwendinê hene. Em her hefte ji kategoriyekê pirtûkekê datînin û xwendina wê bê pere ye. Bihayê giştî bo mehane û salane jî tiştekî gelekî kêm e. Ew jî em tenê bo xerciyên xwendina pirtûkan werdigrin.”

Atli dibêje, herî zêde pirtûkên folklora Kurdî bi deng xwendine û bi armanca xwendina bi dengê Soranî serdana Başûrê Kurdistanê kirine û li Silêmaniyê û Hewlêrê çend hevdîtin kirine.

Zeynep Sultan Atli got: “Di xwendina pirtûkan de ji ber perwerdeya deng wergirtine û dengê wan xweş e em zêdetir ji şanogeran sûdê werdigrin.”

Bernameya Dengê Pirtûkan heta niha ji aliyê zêdetir ji 5 hezar kesan ve hatiye daxistin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin