Demirtaş, Buldan û Sancar jî di nav de ji bo 687 kesan qedexeya siyasetê hat xwestin

Demirtaş, Buldan û Sancar jî di nav de ji bo 687 kesan qedexeya siyasetê hat xwestin

.

A+A-

 Di dosyeya dozê ya ji bo girtina HDPê ji Dadgeha Bilind a Destûra Tirkiyê re hatiye şandin de, ji bilî girtina HDPê ji bo 687 kesên HDPyî jî qedexeya siyasetê bo 5 salan hat xwestin.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Bekîr Şahîn, doh 17ê Adarê piştî xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu bi du saetan, ji bo girtina HDPê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû ku îro 18ê Adarê naveroka doznameya serdozgeriyê ji medya tirk re hat belavkirin.

Hin siyasetmedarên ji 687 kesan ên ji bo wan qedexeya siyasî hatiye xwestin ev in: Pervîn Bûldan û Mîthat Sîncar, Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Meral Daniş Beştaş, Sezaî Temellî, Ahmet Turk, Leyla Zana, Ayhan Bîlgen, Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Nûrsel Aydogan, Ertûgrûl Kurkçu, Sirri Sureyya Onder.  

Li gorî doznameyê qutdkirina alîkariya xezîneya ji bo HDPê tê xwestin û HDP wekî navendeke parêzvaniya terorê dike û dixwaze Tirkiye parçe bike hatiye nîşandan ku ev jî wekî sedema girtina wê partiyê hatine diyarkirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin