Demîrtaş birine nexweşxaneyê

Demîrtaş birine nexweşxaneyê

HDPyê aşkere kirîye ku Demîrtaş birine nexweşxaneyê ku hefteya borî li girtîgehê nexweş ketibû.

A+A-

Navenda Nûçeyan- HDPyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê wiha nivîsîye:

“Parlamenterên me Erol Katircioglû û Dr. Necdet Îpekyuzî ji bo rewşa wî îro serdana birêz Selahattîn Demîrtaşî kirin û pê re hevdîtinek pêk anîn. Di encama hevdîtinan de ku bi rayedaran re hate kirin, birêz Demîrtaş birine nexweşxaneyê.”

Aygul Demîrtaş xwişk û parêzera Demîrtaşî rewşa Selahattîn Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kirîye û tê de dîyar kirîye ku di 26ê Çirîya Paşîyê de Demîrtaş nexweş ketîye:

 “Di 26ê Çirîya Paşîyê roja sêşemê saet li derdora 05.30 deqîqeyan de miwekilê me û birayê min Selahattîn Demîrtaş ji ber ku nekarîbû bêhna xwe bide û bistîne ji ser hişê xwe çûye.

“Demeke dirêj di vê rewşê de maye û Birêz Abdullah Zeydan, hevalê wî yê hicreya wî midaxeya pêşîyê li hicreyî kirîye.

“Paşê bang li ambulansê kirine, tenê EKGya wî (şerîta dilê wî) hatîye kişandin. Li şûna ku miwekilê me bibin serwîsa nexweşîyên lezgîn, ji bo midaxele û dermankirineke berfireh şandine klînîkê.

 “Doktorê girtîgehê jî xwestîye Demîrtaşî bibin beşa kardîyolojî, norolojî û gastroenterolojîyê. Em jî bi rêveberîya girtîgehê re axivîn û me xwest ku demildest wî rakin nexweşxaneyê.

“Lê digel ku 7 roj di ser de borîye, Demîrtaş nebirine nexweşxaneyê. Digel rewşeke ewqas girîng neşandina wî ya nexweşxaneyê, aşkereye ku jîyana wî di bin xetereyê de ye.”

Aygul Demîrtaş, xwişk û parêzera Demîrtaşî ji bianetê re got:

“Herî dawî min roja înê ew dît û li wir haya min jê çêbû. Niha li ser hişê xwe ye. Ew jî li bendê ye ku wî bibin nexweşxaneyê. Me ji midûrê girtîgehê pirsî bê ka çima wî nabin. Ji me re got, “Divê şert û mercên nexweşxaneyê durist bikin û ji ber sedema ewlehîyê” wî nabin. Em jî li bendê ne. Em dixwazin demildest wî bibin nexweşxaneyê. Hîna ji Wezareta Dadê ti kes li me negerîyaye.”

Heyeta aşkere kiribû û gotibû wê heyeta wan biçe Edîrneyê 

Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li ser navê HDPyê daxuyanîyeke nivîskî weşandibûn û tê de bang li hikûmet û Wezareta Dadê kiribûn ku demildest daxuyanîyekê bidin.

HDPyê daxwaz kiribû ku Demîrtaşî bibin nexweşxaneyeke dirûvpêketî û bila bê dermankirin. Her weha di daxuyanîyê de hatibû gotin ku Wekîlê wan ê Serokê Parlamentoyê û Wekîlên Serokê Koma wan wê biçin Edîrneyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin