Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê

Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê

.

A+A-

Dê di 5'ê Tîrmehê de dosyeya derbarê kuştina Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin de têkeve ber demboriyê. 

Serokê Partiya Kedê ya Gela (HEP) yê Amedê Vedat Aydin, di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de hatibû revandin û kuştin. Piştî revandinê bi 2 rojan cenazeyê Aydin li Maden a Xarpêtê di bin pirekê de hatibû dîtin. Lêpirsîna derbarê kuştina Aydin de hatibû vekirin, dê di 5'ê Tîrmeha 2021'ê de têkeve ber demboriyê. 

Piştî ku cenazeyê Aydin hatibû dîtin, Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de hevjîna Aydin Şukran Aydinê derbarê eşqala kesên ku Aydin revandibûn de îfade dabû. Serdzogeriya Komarê ya Xarpêtê jî piştî wextekê dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê re şandibû. Dosyeya derbarê kuştina Aydin de 20 salan hatibû sekinandin. 

AYGAN LI XWE MIKUR HAT 

Berî ku doye daxilî nav doyeyên demborî bibe, mikurên îtirafkar Abdulkadîr Aygan ên derbarê kuştina Aydin de daxilî nav dosyeyê hatibûn kirin. Aygan, di îfadeyên xwe de dîyar kiribû ku Aydin ji aliyê elemanên JÎTEM'ê yên di bin banê Cem Ersever de hatiye kuştin. Piştî van mikurhatinan, dema demboriyê ya dosyeyê di sala 2011'an de 10 salan hat taloqkirin. Ji ber ku cihê bûyerê Amed bû, dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatibû şandin. 

Dozgeriyê îfadeya Mûrat Demîr, Mûrat Îpek û polîsên wê demê ku Aygan behsa wan kiribû, girtibû. Van kesan înkar kiribûn. Piştî vê dozgeriyê bi qasî deh salan da sekinandin û 2 roj şûn de dê bi temamî daxilî nav dosyeyên demborî bibe. 

LÊPIRSÎNEKE ÇALAK NEHAT KIRIN

Parêzerê malbatê Mehmet Arîf Altûnkalem, anî ziman ku dosye dê di salvegera revandina Aydin de têkeve ber dmeboriyê. Altûnkalem, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mijara sereke ya bêhiqûqî "cinayetên kiryar nediyar" in. Altûnkalem, diyar kir ku Vedat Aydin jî di vî warî de navekî sembole û ji roja roj de delîlên derbarê kuştina wî de nehatine berhevkirin û kiryar nehatine zevtkirin. Altûnkalem, anî ziman ku piştî îfadeyên îtirafkarê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan dosye hinekî pêş de çûye, lê ji ber ku bûyer baş nehatiye vekolandin tu encam rû nedaye. 

VÎNA SIYASΠ

Altûnkalem, destnîşan kir ku di cinayetên kiryar nediyar de du gavên girîng hene û got: "Yek, divê hiqûq baş bê şixulandin. Dudo, vîna siyasî ye. Di vê dozê de her du jî tuen bûn. Roja bûyer qewimî, ne hiqûq hebû ne jî vîna siyasî, lewma delîl nehatin berhevkirin. Cinayet, nehat zelalkirin." 

Altûtnkalem, bibîr xist ku Aydin bi îşkenceyê hatiye kuştin û sûcên bi vî rengî sûcên li hemberî mirovahiyê ne û divê nekevin ber demboriyê. Altûnkalem, got: "Heger mirov li awayê bûyerê mêze bike, dê bibîne ku di çaçroveya sûcên li hemberî mirovahiyê de ye. Heger derbarê bûyerê de belgenî nû derkevin holê, wê çaxê lêpirsîn bidome." /MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin