Daristaneke Licê zêdeyî rojek e dişewite

Daristaneke Licê zêdeyî rojek e dişewite

.

A+A-

 Li navçeya Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji doh ve agir bi daristanekê ketiye û hewlê kontrol kirina agir heta niha berdewam in.

Bi daristaneke bajarokê Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê doh Sêşembê sere sibehê agir ket û ligel hewldanên Berevaniya Şaristanî şewitîna wê daristanê heta niha berdewam e.

Agir destpêkê li navçeya Kerwasê destpê kir û ber bi nav dilê daristanê ve berfireh bû. Îro agir ber bi navçeya Licokê diçe ku li wê derê hejmarek xaniyên niştecihbûnê hene û xelk di wan de dijîn.

Li gor şarezayên Berevaniya Şaristanî ya Amedê, agir ji ber bayê zêde bilez belav dibe û rêya xwe diguhere ku ev yek ji sideman e tîmên agirvemirandinê nikarin bi asanî agir kontrol bikin.

Heta niha nayê zanîn agir ji ber çi derketiye û tîmên polîs li Licê dest bi lêkolînan kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin