Daqûq - 10 gundên kurdên Kakeyî hatine valakirin

Daqûq - 10 gundên kurdên Kakeyî hatine valakirin

.

A+A-

 Ji 15 gundên kurdên Kakeyî li devera Daqûq ya Kerkûkê tenê di 5 gundan de jiyan berdewam e, yên din hemû hatine valakirin.

Serokê dezgeha Mîsra bo pêşxistin û rewşenbîriya Yarsan, Receb Kakeyî ji BasNewsê re got, rewşa gundên kurdên Kakeyî li devera Daqûq roj bi roj ji ber êriş û livînên DAIŞê xirabtir dibe.

Receb Kakeyî her wiha got, beriya hatina DAIŞê 15 gundên me li devera Daqûqê hebûn. Terorîstên DAIŞê du gundên me dagîr kirin lê yekser ji aliyê Pêşmerge ve hatin rizgarkirin. Lê ji ber ku hatibûn wêrankirin, heta niha jî nehatine avedankirin.

Wî aktîvîstê Kakeyî her wiha anî ziman, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 jî 8 gundên me hatin valakirin. Niha tenê 5 gundên me mane û jiyan tê de berdewam e.

Li ser vegera xelkê wan gundan jî Receb Kakeyî got, xelkê wan gundan nawêrin vegerin ji ber ku hêzê Iraqî bi wan re xirab in û çalakiyên DAIŞê jî zêde bûne. Eger rewş wiha berdewam e ew gundên din jî vala dibin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin