Danûstandinên Kurdan û Şamê hêdî hêdî dibin fermî

Danûstandinên Kurdan û Şamê hêdî hêdî dibin fermî

Biryar e careke din şanda hevbeş ya Encûmena Sûrîya Demokratîk (MSD), Rêveberîya Xweser, Hevbendîya Niştîmanî û Partîya Pêşverû serdana Şamê bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Endamê Şanda Rojavayê Kurdistanê bo Şamê, Mistefa Meşayix ji Rûdawê re ragihand ku wan lihevkirine, ji bo danûstandinan komîteyên aborî, leşkerî û perwerdeyê werin avakirin û da zanîn, ku di serdana bê de, ew dê li ser mîkanîzima danûstandinan biaxivin û niha jî ew li benda Rûsîya ne, ji bo ku danûstandin bi fermî destpê bikin.

Yekem car e ku danustandinên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi hikûmeta Sûrîyê ber bi fermîyetê ve diçe.

Biryar e şandake hevbeş a Rojavayê Kurdistanê ku Encûmena Sûrîya Demokratîk (MSD), Rêveberîya Xweser, Hevbendîya Niştîmanî û Partîya Pêşver pêktê 12ê Sibatê serdana Şamê bike û ligel berpirsên hikûmeta wî welatê bicivin.

Endamê Şanda Rojavayê Kurdistanê bo Şam û Endamê Polîtbûroya Partîya El Wehdê Mistefa Meşayix  dibêje li ser avakirina komîteyan bi hikumeta Sûrîyê re lihevkirine.

Mistefa Meşayix got: “Piştî me herdû alîyan, danûstandin erê kir, niha em dê li ser mîkanizîm û rengê wê rêbikevin. Danûstandin dê bi rlya komîteyên pispor bê kirin. Komîteyên sîyasî, serbazî, aborî û perwerdeyî ji bo dareştina nexşeya çawanîya birêvebirina deverê dê bêne amadekirin.”

Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) ku bi awayekê bi rêya îtîlafê re, ew jî danûstaninan bi hikumetê re dike, di wê bawerîyê de ye ku Cinêv sîwaneke navdewletîya, lê çûna bi tena serê xwe daxwazîyên Kurdan pêk nayîne.

Serokê Xwecîya ENKSê Qedrî Can Elmela jî dibêje: “Tiştek em têde, ne beşdar bin, em nizanin dê encamê wê çi bin. Hêvîyên me jî qels in, li gorî daxwaza Kurd bi dest nakeve, lê ya girîng ji me re, niha em li hev kirin e, û gotareke sîyasîya hevbeş were avakirin piştre biçin bi alîyan re danûstandinane bikin.”

Çawanîya rêvebirina deverê , man û nemana HSD û kontrolkirina jêderên aborî, mijarên sereke yên danûstandinan e, tevî ku bi zextên Rûsî nermbûnek tê dîtin, lê heya niha herdu alî jî ji daxwazîyên xwe dane ketine.

Vîvîyan Fettah-Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin