
DAIŞê êrîşî bajarokê Gulalê kir
.
A+A-
Çekdarên DAIŞê li bajarokê Gulale yê li sînorê Xaneqînê, du êrîş birin ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê û di encama êrîşan de serbazekî artêşa Iraqê hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Germiyanê ragihand; derengê şevê din, çekdarên DAIŞê bi dizî ketine nav taxa Şehîdan a bajarokê Gulale û li pira Helwan du êrîş birine ser polîs û serbazên Artêşa Iraqê.
Nûçegihanê me herwiha eşkere kir: “Di encama êrîşan de serbazekî artêşa Iraqê hat kuştin û sê serbaz û polîs jî birîndar bûn.”
Li aliyê din, serbazekî Iraqê bi gulleyekî nîşangir, li xaleke kontrolê ya li devera Tarmiye ya bakurê Bexdayê, birîndar bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin