DAIŞê bi hewan û qenasan êrişî bajarokê Kuleco kirin

DAIŞê bi hewan û qenasan êrişî bajarokê Kuleco kirin

Çekdarên DAIŞê îşev bi hewan û qenasan êrişî bajarokê Kuleco kirin û di encama pevçûna li gel wan çekdaran de, 2 karmendên asayişê şehîd bûn û li gel Rêveberê Asayîşa Kuleco, 8 karmendên asayîşê jî birîndar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Peyamnêrê Rûdawê li Germîyanê ragihand ku êvarîya îro, DAIŞê sê guleyên hewanê arasteyî bajarokê Kuleco ku ser bi navçeya Kifrîyê ve kir û piştî rûbirûbûna asayîşa wî bajarokî, di encama êrişeke çekdarên DAIŞê ya bi qenasan de Rêveberê Asayîşa Kuleco birîndar bû.

Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed, li sînorê îdareya Germîyanê ragihand ku, DAIŞê îro bi hewanan êrişî Kulecoyê kir û sê gule arasteyî wî bajarî kirin lêbelê ti zîyenek canî çênebû di encama wê êrişa bi hewanan de.

Lêbelê Peymanêrê Rûdawê dîyar kir piştî êrişa bi hewanan, asayîşa Kuleco rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûn û di encamê de Rêveberê Asayîşa Kuleco Raîd Simko Elî bi guleyeke qenasê birîndar bû.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku karmendên asayîşê yên birîndar û Rêveberê Asayîşa Kuleco ku birîna wî giran e bo çareserîya pizîşkî bo nexweşxaneya Silêmanîyê hatine veguhastin.

Serpereştê Rêveberîya Germîyanê Selahedîn Mihemed jî ji Rûdawê ragihand, “Du karmendên asayîşê yên bi navên Cuma Ebid û Mihemed Cuma şehîd bûn.” Di êrişa çekdaêrn DAIŞê de 8 karmendên asayîşê jî birîndar bûn. Serpereştê Rêveberîya Germîyanê dîyar jî kir ku hêzên asayîşa Germîyan û Pêşmerge li herêmê belav bûne. 

Bajarokê Kuleco ser bi navçeya Kifrî ye û sînorê wê li alîyê bakur li gel gundê Awbare, li alîyê başur li gel gundê Kenesor, li alîyê rojhilat li gel gundê Dekeya Ebdulqadir û alîyê rojava jî sînorê wê li gundê Sîtepan heye.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin