
Dadgehê derbarê bikujê malbata Kurd a li Konyayê biryar da
.
Bikujê 7 kesên ji malbata Kurd a li Konyayê, Mehmet Altun ku pêr ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin, bi biryara dadgehê hat girtin û ew şandin girtîgehê.
Roja Pêncşemê 5ê Tebaxê, bikujê 7 kesên ji malbateke Kurd a li Konyayê, Mehmet Altun li Dadgeha Cezaya Silhê ya Konyayê hat darizandin.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, dadgehê bi tometên “kuştina 7 kesan bi plan û bi hestên hovane”, “zirardayîna malê bi rêya şewitandinê”, “îxlalkirina destlênedayîna avahiyê” û “bi xwe ra gerandina çeka bêruxset” biryara girtin û zîndanîkirinê derbarê wî de da.
Lê derbarê cezayê û hûrgiliyên wê de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Bikujê 7 kesên ji malbata Kurd, di lêpirsînan de li xwe mikur hatiye û gotiye, ji bo ku ti belgeyekî li pişt xwe nehêle, wî bo cara duyem jî teqe li wan kesên ji malbata Kurd kiriye ku ketibûne erdê û canê xwe ji dest dabûn.
Wî herwiha di lêkolînan de ragihandiye, jibo ku dîmenên qeydkirî yên kamêrayên çavdêriyê nehêle û ji nav bibe, wî piştî kuştina 7 kesên ji malbata Kurd, agir li mala wan berdaye.
Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.
Bikujê malbata Kurd piştî êrişê reviyabû û ji bo girtina wî hêzên emnî xebat dabûn destpêkirin û piştî 6 rojan li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir a Konyayê hatibû desteserkirin.
Mehmet Altun pêr Çarşemê 4ê Tebaxa 2021 li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir a Konyayê ve ji aliyê hêzên emnî ve hatibû girtin.
Parêzgariya Konyayê derbarê girtina Mehmet Altun de daxuyaniyek dabû û ragihandibû, “Mehmet Altun ku 7 hemwelatiyên me bi awayekî hovane qetil kirin, di encama xebata hevbeş û çalak a Rêveberiya Ewlekariyê ya Bajar, Fermandariya Cendirme ya Bajar û Tîmên Taybet ên Herêmê de li cihê xwe lê veşaritibû,hat girtin.”
Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.
Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.
Abdrurrahman Karabulut, parêzerê wê malbata Kurd e ku berî niha jî rastî êrişa nijadperstên Tirk hatibû, li ser Twittera xwe ragihandiye, derket holê ku kesên êrişkar, piştî êrişa 12ê Gulanê li ser bernameya Whatsappê grûpek pêk anîne û “bi awayekî organîze û plankirî ev komkujî kirine.”
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.
Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin