Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî

Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî

.

A+A-


5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê li Dozgin Temo (Çiçek Kobanê), ya li Girtigeha Tîpa T a Rihayê girtî tê darizandin, cezayê muebetê birî. 
 
6'emîn danişîna doza Dozgin Temo (Çiçek Kobanê), ya li Girtigeha Tîpa T a Rihayê girtî tê darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat. Dozgin Temo (Çiçek Kobanê), dema TSK û SMO ya girêdayî TSK'ê li bajarê Eyn Îsa şer kir li gundê Mişrefa di şer de  bi birîndarî ket destê TSK'ê piştî îşkenceyê hatibû girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê tê darizandin. 6'emîn danişîna doza Çîçek Kobanê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat. Temo (Çîçek Kobanê) bi rêya SESBÎS'ê tev li danişîna dozê bû. Parêzer Hidayet Enmek di danişînê de amade bû. 
 
Piştî nasname tespît kir, dozger mutala xwend û xwest Temo bê cezakirin. Piştre Parêzerê Temo Hidayet Enmek, parastin kir û xwest belgeyên kêm li dosyayê bê zêdekirin. Lê heyeta dadgehê daxwaza parêzer red kir û belge li dosyayê zêde nekir. 
 
 
Heyeta dadgehê piştî parastinê der barê Temo (Çîçek Kobanê" de bi îdeaya "Yekitiya dewletê xera kiriye" û "Mirov kuştiye" Cezayê muebeta giran û 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birî. 
 
Parêzere Temo dê serî li dadgeha bilind bire û biryarê îtîraz bike. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin