Dadgeha Îranê derbarê girtiyî siyasî yê Kurd de biryara Îdamê da

Dadgeha Îranê derbarê girtiyî siyasî yê Kurd de biryara Îdamê da

.

A+A-

Dadgeha Bilind a Sinê, îtîraza girtiyê Kurd Haydar Qurbanî red kir û cezayê îdamê pesend kir. Ji bo înfazkirina Qurbaînî, biryar ji bo Dadgeha Kamyaran hatiye şandin.

Dadgeha Bilind a Sinê, daxwaza parêzerên girtiyê siyasî yê kurd Haydar Qurbanî ku hefteya borî ji bo "ji nû ve lêkolînkirina dosyayê" kiribûn, red kir.

Parêzerê Qurbanî, Mihemed Salih, Nikbext ji Rûdawê re axivî û got wan heta niha ji bo muwekîlê xwe ji bo ku dosye ji nû ve bê lêkolînkirin, du caran serî li Dadgeha Bilind a Dadê ya Îranê, lê herdû caran jî daxwaziya wan hatiye redkirin.

Nikbext diyar kir ku Haydar Qurbanî di Îlona 2016an de ji aliyê hêzên Îranê ve hat desteserkirin û cezayê darvekirinê lê hat birîn û ji bo cezayê darvekirinê bê înfaznkirin, biryar ji bo Kamyaranê hatiye şandin. Herwiha Nikbex da zanîn ku Qurbanî ne endamê ti rêxistinekî ye û kesî ne kuştiye, û bêyî ti delîlî  ev biryar hatiye dayîn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) jî di derbarê rûbirûbûna darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Qurbanî de  daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Amenstiyê de hat diyarkirin ku Haydar Qurbaniyê 47 salî ne endamê ti rêxistineke bi çekî ye û tevî ku ev yek ji aliyê dadgehê ve jî hatiye piştraskirin, ji ber şoreşa çekdarî ya li dijî hikûmetê biryara darvekirinê hatiye dayîn.

Dadgeha Cezayê ya Îranê şaxa sinê di Cotmeha 2019an de 90 sal ceza li Haydar Qurbanî birî bû lê paşê di Şubata 2020an de vegerandibû cezayê darvekirinê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin