COVID-19: Rewşa dawî li cîhanê

COVID-19: Rewşa dawî li cîhanê

Îspanyayê planeke ji 8 qonaxan pêk tê aşkere kirîye ku wê bi vê planê re gav bi gav biryarên bergirîyê werin sistkirin. Li Fransayê zarok dema biçin dibistanan wê neçar bin ku maskeyan bidin ber devên xwe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gorî zanyarîyên dawî li cîhanê 3 milyon û 139 hezar û 595 kes bi nexweşîya Covid-19ê ango vîrusa koronaya nû ketine. Heta niha 218 hezar û 28 kes mirine. Koronavirus cara yekem di 31ê Kanûna Pêşîyê ya 2019ê de hate bihîstin û paşê ji nişka ve belav bû.

Li Tirkîyeyê heta niha testa 948 hezar û 115 kesan hatîye kirin. 114 hezar û 658 kes nexweş ketine. 2 hezar û 992 kes mirine.

Li DYAyê zêdetirî milyonek kes bi vê nexweşîyê ketine.

Îspanya: Di rojekê de 301 kes mirine

Di 24 saetên dawî de li Îspanyayê 301 kes mirine. Bi vê hejmarê re li Îspanyayê heta niha 23 hezar û 822 mirine. Nexweşî herî zêde li Madrîdê belav bûye.

Îspanyayê nexşerêyek amade kirîye ku li gorî vê nexşerêyê wê qonax qonax ber bi asayîbûnê ve biçin.

Pedro Sanchez, Serokwezîrê Îspanyayê dîyar kirîye ku “Em ê heta dawîya Hezîranê bibin welatekî ku di nava asayîyên nû de bin.”

Sanchezî dîyar kirîye ku pêvajoya asayîbûnê ya Îspanyayê wê “qonax bi qonax, asimetrik û di nava koordînasyonê de be. Girîngîya hevgirtinê heye.”

Sanchezî destnîşan kirîye ku ev pêvajo wê ji çar qonaxan pêk were û herî hindik wê 8 hefteyan dewam bike.

Li Îspanyayê, Giravên Kanarya û Balearê di 4ê Nîsanê de, herêmên din ên li Nîvgirava Îberyayê de qonaxa yekem wê di 11ê Gulanê de dest pê bike. Wê di vê qonaxê de kargehên biçûk, navendên kirîn û firotinan, otel û cihên turîstîk vebin. Antremanên komî ên ligên profesyonel ên weke La Ligayê wê dest pê bikin. Ji bo mirov bikaribin biçin karên xwe wê ji bo zarokên temenê wan di bin 6an de ye kreş bên vekirin.

Di qonaxa 2yem de wê salonên sinema û şanoyan bên vekirin ku wê ji sêyan yek beşên wan bên bikaranîn. Di qonaxa 3yem de plaj bên vekirin.

Fransa

Edouard Philippe, Serokwezîrê Fransayê dîyar kirîye ku ew ê ji 11ê Gulanê û pê ve bergirîyan sist bikin.

Li gorî plana Serokwezîrtîya Fransayê kreş û dibistanên seretayî wê qonax bi qonax bên vebikin. Li kreşan tenê 10 zarok karibin perwerdeyê bibinin. Zarokên temenê wan di navbera 11 û 15an de wê li dibistanan neçar bin maskeyan deynin ber devê xwe.

Cihên weke market û kelûpelên jîyanî difiroşin wê di 11ê Gulanê de vebin lê bar û restoran wê neyên vekirin.

Li Fransayê heta niha 23 hezar u 660 kes mirine. 129 hezar û 859 kes bi nexweşîyê ketine.

Sirbistan

Piştî ku di 15ê Adarê de biryara Rewşa Awarte li welêt hate standin parlamento cara yekem civînek li dar xistîye. Berîya civînê tîna laşê beşdaran hatîye girtin û parlamenteran maske dane ber devê xwe û lepik xistine destên xwe.

Yewnanistan

Li Yewnanistanê derketina derve qedexe ye. Doktor û karkerên tenduristîyê li Atînayê, li ber avahîya Wezareta Tenduristîyê hatine ba hev. Û ji bo rewşa karûbarên tenduristîyê were sererastkirin xwepêşandanek li dar xistine.

Ingilîstan

Li gorî lêkolîna University College London (UCL) û Data-Canê bi hev re kirîye, ihtimal heye 6 hezar û 270 nexweşên pençeşêrê ji ber nikarin bên dermankirin, din ava 12 mehan de bimirin.

Li gorî vê encamê dibe ku 17 hezar û 915 nexweşên pençeşêrê bimirin.

Li Ingilîstanê di nava şertên asayî de salê 90 hezar nexweşên pençeşêrê dimirin.

Kolombîya

Li bajarê Choachîyê, yê li nêzîkî Bogata, paytexta Kolombîyayê biryara karantinaya giştî bicih dibe. Her weha qadên bajêr hatine dezenfektekirin.

Bîanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin