Cotyar Adil: Wê termên penaberan bêne vegerandin bo Kurdistanê

Cotyar Adil: Wê termên penaberan bêne vegerandin bo Kurdistanê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyat Adil ragehandinek belav kir û têde tekez li ser hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir bo vegerandina termên qurbanîyên Herêma Kurdistanê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî nigrobûna belemeke penaberan di avên di navbera Tirkîye û Yunanê de, ku di bûyerê de hejmareke hevwelatîyên Herêma Kurdistanê bûne qurbanî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyat Adil ragehandinek belav kir û têde tekez li ser hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir bo vegerandina termên qurbanîyên Herêma Kurdistanê.

Di daxuyanîyê da Cotyar Adil ragihand:oDi çend rojên burî de, bi sedema noqbûna belemekê di navbera Tirkîyê û Yunanistanê da, cihê daxêye hejmareka kesan bûne qurbanî ku hinek hevwelatîyên Herêma Kurdistanê jî têde bûn. Rêzdar Mesûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, duhî di civîna Civata Wezîran de, tevî derbirîna hevxemîyê li gel malbat û kesûkarên qurbanîyan, dezgehên hikumetê jî raspartin ku hemû hevkarî û sanahîkarîyan bikin bo vegerandina termên qurabanîyan bo Herêma Kurdistanê.”

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin