Cotyar Adil : Em operasyonên Tirkiyê wek hewldanên dijî Kurdistanê dibînin

Cotyar Adil : Em operasyonên Tirkiyê wek hewldanên dijî Kurdistanê dibînin

.

A+A-

Berdevekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand ku ew operasyonên artêşa Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê weke hewldanên bo lawazîkirina statûya Herêma Kurdistanê dibînin. Cotyar Adil herwiha got ku hebûna hêzên PKKê  "behaneyeke mezin dide artêşa Tirkiyê”

Berdevekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil beşdarî bernameya Rûdawê TV ya bi navê “Rûdawa Îro” ku Bestûn Osman pêşkêş dike bû û têkildarî operasyonên artêşa Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê û hebûna gerîlayên PKKê li herêmê kir.

Li ser pirsa “Gelo li ber çavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere ye ku armanca Komara Tirkiyê ji operasyonên li dijî PKKê yên li nav axa Herêma Kurdistanê çi ye?” Cotyar Adil got: “Hebûna vê hêzê (PKK) behaneyeke mezin dide artêşa Tirkiyê.” Derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê di nav wê milmilaneyê de jî got Adil got: “Herêma Kurdistanê di vê çarçoveyê de bi ti awayî nabe aliyek ji pevçûnan, ku armanca sereke ye, bi dîtina me lawazkirina vê statûya Herêma Kurdistanê ye. Mixabin PKKê jî vê behaneyê dide aliyên din.”

Derbarê binkeyên leşkerî yên artêşa Tirkiyê di nav axa Herêma Kurdistanê de jî Cotyar Adil got: “Bêyî hebûna PKKê, sedema ku Tirkiye li Herêma Kurdistanê bingehek ava dike ji holê radibe.”

Bestûn Osman amaje bi wê yekê kir ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ku hikûmeta Tirkiyê bi PKKê re dimeşand, hin gerîlayên PKKê sînorên wî welatî terikandin û berê wan dan Herêma Kurdistanê. Cotkar Adil li ser vê yekê jî got: “Mebestên siyasî li pişt hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê hene. Wekî hukûmet, nêrîma me ev e ku em dibêjin armanc dijîtiya Herêma Kurdistanê ye. Kîjan hêz an dewlet di vê mijarê de bi PKKê re tevbigere, em wê bi heman rengî dinirxînin. Weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, erka me parastina welat û statuya me ye. Erka Hêzên Pêşmerge jî parastina ewlehiya gel e.”

 “Em dê bi ti awayî nahêlin şerê Kurd û Kurdan destpê bike”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser egere derketina şerê di navbera Hêzên Pêşmerge û gerîlayê  PKKê de jî got: “Em dê nebin parçeyek ji ti şerî re û em dê bi ti awayî bi siyaseta ku dixwazin bibin sebebê destpêkirina şerê Kurd û Kurdan re nebin.”

Adil herwiha destnîşan kir bikaranîna axa Herêma Kurdistanê ji bo êrişên dijî welatên cîran ji aliyê PKKê ve zirarê dide Herêma Kurdistanê û  bi bîr xist ku wan berê jî helwesta xwe di vê pirsê de eşkere kirine.

"Tirkiye di derbarê operasyonan de me agahdar nake"

Têkildarî daxuyaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê ku dibêjin di em ligel hevparên xwe yên Iraqî di nav hevahengiyê de li ser pirsa “Ev hevpar kî ne? Ma Tirkiye di mijara operasyonan da bi Herêma Kurdistanê re di nav hevahengiyê de ye?" Adil wiha bersivand: “Na, Herêma Kurdistanê beşek ji Iaqê ye û ev pirsgirêk bi pirsgirêka serwerî di navbera her du welatên serbixwe ve têkildar e. Beriya 2003an, di navbera Tirkiye û hikûmeta Iraqê de rêkevtinek hatibû kirin ku rê dida ku arteşa Tirkiyê heta çend kîlometre sînorê xwe derbas bike. Ji ber vê yekê, ev pirsgirêk girêdayî Herêma Kurdistanê nîne, lê girêdayî danûstandin û peymanên di navbera Enqere û Bexdayê de ye."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin