Cotkarên Serê Kanîyê ji milkên xwe bêpar man

Cotkarên Serê Kanîyê ji milkên xwe bêpar man

Li Rojavayê Kurdistanê cotkarên Serê Kanîyê û Girê Spî ji milkên xwe bêpar mane û niha milkên wan di destê artêşa Tirkîyê û çekdarên girêdayî wê de ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Grûpên çekdar piştî ku Girêspî û Serê Kanîyê talan kirin, 3 hezar tonên pembo, 43 hezar tonên genim, 34 hezar tonên ceh û 2 hezar û 500 tonên semadê dizîn û talan kirin.

Yek ji cotkaran dibêje, derdora 8 hezar donimên zevîyên malbata wî ketine destê grûpên çekdar û ew jî niha li Dirbêsîyê koçber in.

Xwedîyê erde Mezher Etîya temenê xwe di çandinîyê de derbas kirîye, lê niha bêkar e.

 Mezher Etîya di 40 salîya xwe de bi neçarî milk û mala xwe li Serê Kanîyê bi cî hişt û niha li Dirbêsîyê dijî. Ew dibêje: “Erdê me ji kalikê me maye û bavê me daye me. Karê me ew bû.  8 heya 9 hezar donime malbata me hene, niha di destê çekdaran de ne û wan ji xwe re çandine.”

Şeş milyon û 190 hezar donim erdê çandinîyê,  piştî êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, li Girê Spî û Serê Kanîyê  ket bin kontrola çekdarên ser bi wî welatî ve, û niha xwedîyên wê ji samanên xwe bê par mane. Ji bilî erdan jî bi hezaran ton , berhem û dermanên çandinîyê jî ji nav çûn.

Hevserokê Desteya Çandinîya Qamişlo Ehmed Silêman jî got: “Derdora 3 hezar ton pempo hate talankirin.  Herwiha 42 hezar ton genim , 33 hezar ton ceh û 2500 semed hate talankirin.”

Li gorî amarên Desteya Çandinîyê li Rêveberîya Xweser, çekdarên ser bi Tirkîyê ve, destdanîne ser 7 saylo, 131 kargeh û 7 navendên veçirandina pembo , ku bi awayekî rasterast zîyan gihandîye aborîya Rojavayê Kurdistanê.

Vivîyan Fettah-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin