Çiyakurd: Madem dibêjin, ‘HSD hevalbenda me ye’ bila Rêveberiya Xweser bi fermî nas bikin!

Çiyakurd: Madem dibêjin, ‘HSD hevalbenda me ye’ bila Rêveberiya Xweser bi fermî nas bikin!

.

A+A-

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiyakurd, bal kişand ser rapora Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê û got, heke ku dibêjin HSD hevalbenta me ye, divê destkeftîyên ligle Hevpeymaniya Navdewletî bên mayîndekirin û Rêveberiya Xweser bi fermî nas bikin.

Çiyakurd rapora Parlamentoya Ewropayê ya çend roj berê li ser şerê 10 salan ê Sûriyê belav kiriye û tê de gotiye, ‘HSD hevalbenda me ye’ got: “Hevpeymaniya Navdewletî ya ku ji 79 dewletan pêk tê, Hêzên Sûriya Demokratîk hevbend û hevkar dibîne, li ser vê yekê divê destkeftiyên heyî mayînde bibin, pejirandineke siyasî çêbe û Rêveberiya Xweser fermî bê naskirin.”

Bedran Çiyakurd da zanîn ku heta beşeke Sûriyê li jêr kontrola dagirkeran de be ne pêkan e çareya siyasî pêk were û diyar kir: “Eger vîneke navdewletî derkeve holê û ji bo çareseriyê biryara dawîanîna li dagirkeriyê bide, em bawer in dê bi dawî bibe.”

Herwiha Bedran Çiyakurd daye xuyakirin ku Tirkiye ne binêt e ti gavan bi paş de biavêje û ji Sûriyê derkeve, hîn zêdetir hewl dide ku li her devereke dagirkirî, hebûna xwe mayînde bike, mînaka vê jî, avakirina baregeh û cihên kontrolê yên li Serê Kanî û Girê Spî û xeta Eyn Îsayê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin