Çima hevdîtinên Cinêvê encam nadin?

Çima hevdîtinên Cinêvê encam nadin?

.

A+A-

 

Vural Ermiş (K24)

Gelo di hevdîtinên Cinevê de heta niha çima encameke ber biçav derneketiye û ji bo Kurdan aktor çi dixwazin. 

Di çarçoveye hevdîtinên Cinevê de lijneya yaseya nû ya bo Sûriyê bo cara 5emîn di 25 û 29ê Çileyê de di bin banê Neteweyên Yekgirtî de civinên xwe pêk tîne. Ligel vê yekê nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Geir Pederson jî ragihand ku Sûriye bi tena serê xwe nikare kêşeyên xwe çareser bike hewceye hevkariyeke navdewletî çêbe û bi vê daxuyaniya xwe jî balkişand ser bêencam mana civînên cinevê.

Gelo di hevdîtinên Cinevê de heta niha çima encameke ber biçav derneketiye û ji bo Kurdan aktor çi dixwazin.

Bi boçûna pisporê rojhilata Navîn Mîthat Îşîk herçiqas sedtpêkirina hevdîtinên bo yaseya nû erênî bin jî bi du sedeman heta heyameke dirêj di van hevdîtinan de encamek erênî bo Tevahiya Sûriyê dernakeve û ji bo Kurdan jî hem Rûsya hem Amerîka pergaleke cuda dixwaze.

Îşîk dibêje; "Destpêkirina hevdîtinên ji bo yaseya nû erênî ne. Lê belê nebawer im ku heta heyameke dirêj ji van hevdîtinan encamek erênî derkeve. Ji ber ku di lijneya yaseya nû daxwaza her aliyekê cuda ye û li qadê jî aktorên weke Rûsya, Îran, Tirkiye û Amerîka hene û ev her çar aktor jî piştevaniya hêzên cuda dikin. Di van hevditinên Cinevê de Rûsya û Amerîka ji bo Kurdên Sûriyê pergaleke federal dixwazin lê Tirkiye û Îran jî dijî vê yekê ne."

Hin akademisyen jî di vê baweriyê de ne ku rêveberiya nû ya Amerîkayê dê zêdetir bi kêşeyên navxweyî re mijûl bibe û giringiyê nade Cinevê, Rûsya jî ji bo ku Amerîka li Sûriyê hebûna xwe zêde neke destûrê nade ku ji Cinevê encamek bê peydakirin

Prof. Dr. Mustafa Sıtkı Bilgen dibêje; "Serokê nû yê Amerîkayê Bîden dê zêdetir bala xwe bide ser politikaya navxweyî. Ji ber ku bermayîyên Trump dê nehêle ku rêve nû ya Amerîkayê zêde bala xwe berê xwe bide Sûriyê. Rerwiha Rûsya ya k udi proseya Astanayê de aktoreke sereke ye ji bo ku Amerîka zêdetir li Sûriyê bi bandor nebe biyen cuda nahêle ji hevditinên Cinevê encameke erênî derkeve. Dêmeha Sibatê hevdîtinên Astanayê jî dest pê bikin loma aktorên Astana naxawzin ji Cinevê encamek derkeve."

Di çarçoveya proseya Astanayê ya ku di bin garagntoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê de dihate birêvebirin de di îlona 2019an de biryar hate dayîn ku lijneya Yaseya nû ya Bo Sûriyê ku 50î kes ji aliyê rejima Esad, 50î kes ji aliyê muxalîfan û 50î kes jî ji aliyê saziyê sivîl bi giştî lijneyeke 150î kesan pêk tê hatibû avakirin û beşdarîbûna Kurdan hatibû astengkirin. Ji ber vê çendê jî heta niha ev lijneyê di civîna xwe ya 5emîn de jî encamek erênî bi dest nexisitiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin