Cîhangirî: hejarî û gendelî li Îranê gihiştîye ast a herî bilind

Cîhangirî: hejarî û gendelî li Îranê gihiştîye ast a herî bilind

Cîgirê Serokomarê Ishak Cîhangirî dîyar dike, ku gendelî û hejarî li Komara Islamî ya Îranê gihiştîye ast a herî bilind.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Cîhangirî rexne li dezgehên kontrolkirinê kir, ku dive li hemberî gendelîyê xebatek çalak birêve bibin. Herweha medya rola xwe bilîze û gendelkaran eşkere bike û proseya gendelîyê bişopîn e.

Ligor Cîgirê Serokomarê Îranê, Komara Islamî piştî Şoreşa 1979an dem a xwe ya herî zehmet derbas dike. Herêm û Îran b xwe ji pêvajoyek aloz û zehmet de ne. Ji  bo vê yekê jî, divê kêmasîyên hene bên zelalkirin û çareser kirin.

Heman demê endamê komîteya pêwendîyên derve û ewleyîya neteweyî ya Parlementoya Îranê Hacer Chenaranî ji Dezgeha Nûçeyî ya Islah re dîyar kir, ku ji sedî 40 xelkê Îranê di rewşa hejarîyê de ye.

 K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin