Çîftyurek îro tê dadgehîkirin

Çîftyurek îro tê dadgehîkirin

Serokê Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dadgehîkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê KKPê Sînan Çîftyurek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku îro 4ê Adara 2020an li bajarê Amedê li 11min Dadgeha Cezayên Giran tê dagehîkirin.

Sînan Çiftyurek dîyar kir ku derbarî wî de bi hinceta “endambûna rêxistina terorê ya çekdar” û “propagandaya terorê” du doz derbarê vê de hatine vekirin.

Çiftyurek da zanîn ku herdu dozên derbarê wî de kirine ye û biryar e, îro saet 09.00 li 11min Dadgeha Cezayên Giran yekem danaşîna doze birêve diçe.

Pêştir Çiftyurek bi sedema helwesta partîya xwe û parvekirinên xwe yên ser medyaya civakî li dijî êrişên Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin