
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin
.
Parlamenterê Almanyayê Christoph de Vries ragihand ku ew hemû kanalên xwe yên diyalogê bi kar tînin da ku li Sûriyeyê rewşeke baştir were avakirin.
Sekreterê Dewletê û Parlamenterê Almanyayê Christoph de Vries li ser hewlên welatê xwe yên derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
De Vries tekezî li ser giringiya parastina mafên Kurdan û hemû pêkhateyan kir û diyar kir ku Kurd hevpeymanên wan ên bawerpêkirî ne.
De Vries bi bîr anî ku Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê daxuyaniyeke hevbeş belav kiriye û got:
"Ez gelekî kêfxweş im ku daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku agirbesteke mayînde bê ragihandin.
Her wiha tekezî li ser parastina mafên hemû pêkhateyên li Sûriyeyê hat kirin, bi taybetî li ser rewşa Kurdan ku demeke dirêj e hevpeymanên bawerpêkirî yên Rojavayê ne."
Wî derbarê rewşa mirovî ya li herêmê destnîşan kir ku pêwîst e alîkarî bigihêjin Kobaniyê û got:
"Gelekî girîng e ku korîdoreke mirovî ber bi Kobaniyê ve bê vekirin da ku alîkarî bigihin xelkê. Dewletên hevpeyman bi awayekî zelal daxwaza vê yekê kirine."
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Parlamenterê Almanyayê Christoph de Vries re wiha ye:
Rûdaw: Birêz De Vries, pir spas ji bo vê derfetê. We doh ligel Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê behsa rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê kir. We bi taybetî behsa çi kir û encam çi bû?
Christoph de Vries: Ez doh li gel Wezîrê Karên Derve Johann Wadephul li ser rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê axivîm bi taybetî li ser rewşa Kurdan ku demeke dirêj e di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên bawerpêkirî yên Rojavayê ne.
Ez gelekî kêfxweş im ku doh daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê Almanya, Brîtanya, Amerîka û Fransayê ve hat belavkirin. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku agirbesteke mayînde bê ragihandin û ji her cure aloziyan dûr bikevin. Her wiha tekezî li ser parastina mafên hemû pêkhateyên li Sûriyeyê hat kirin.
Rûdaw: Baş e, niha Almanya dê ji bo alîkariya mirovî û her wiha alîkariya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê çi gavên din bavêje? Wekî hûn jî dizanin rewş gelekî xerab e.
Christoph de Vries: Belê, wekî nimûne gelekî girîng e ku korîdoreke mirovî ber bi Kobaniyê ve bê vekirin da ku alîkarî bigihin xelkê. Dewletên hevpeyman bi awayekî zelal daxwaza vê yekê kirine.
Em hêvî dikin ku rewş ber bi aramiyê ve biçe. Ez bawer dikim ku di paşerojê de Sûriye tenê dikare bibe dewleteke giştgir ku mafên hemû kêmneteweyan tê de bên parastin û ew jî di desthilata siyasî ya Sûriyeyê de beşdar bin.
Rûdaw: Birêz De Vries, pirsa min a dawî, gelo rayedarên Almanyayê bi rêya hewlên xwe yên dîplomatîk hewl didin ku mafên Kurdan li Sûriyeyê neyên binpêkirin?
Christoph de Vries: Hûn dikarin piştrast bin ku em dê hemû kanalên xwe yên diyalogê bi kar bînin da ku rewşeke baştir li Sûriyeyê bê avakirin ku tê de mafên kêmneteweyan bên parastin û misogerkirin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin