Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn

Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn

.

A+A-

Li gundê Hirik a girêdayî Wêranşarê, ekîbên DEPSAŞ’ê bi eskeran re ceyrana cotkaran birîn.
 
Şirketa Anonîm a Ceyranê ya Dîcle (DEPSAŞ) bi eskeran re ceyrana gundê Hirik a girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê, bi hinceya deynê xwe nadin birî. Piştî birîna ceyranê nêzî hezar donim çandiniya gundiyan bê av man. Malbata Eyyup Mûtlû ya li gund dimîne, diyar kir ku ji ber birîna ceyranê, ziviyên wan hişk dibin. 
 
Mûtlû, da zanîn ku ew bi fikarin ku hilberîna wan bi kedeke mezin çandiniye tune bibe û wiha  got: “Kes alîkariya me cotkaran nake. Dibin sedema hişkbûna zeviyên me. Êdî  em nizanin emê çêbikin.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin