Cendermeyên Tirk îşkence li 2 ciwanên ku hewl dan ji Rojava derbasî Bakur bibin kirin

Cendermeyên Tirk îşkence li 2 ciwanên ku hewl dan ji Rojava derbasî Bakur bibin kirin

.

A+A-

Hat ragihandin ku şeva borî du ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ku xwestin di sînorê navbera Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de derbas bibin, ji aliyê cendermeyên Tirk hatin girtin û îşkence li wan hatiye kirin.

Li gorî zanyariyan, ciwanê bi navê Ehmed Salih ê 16 salî û Mehmûd Salih Meter ê 17 salî şeva borî li saet derdora 03:00yê şevê hewl dane ji sînorê di navbera navçeya Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de derbas bibin û ji aliyê cendermeyên Tirk sînor ve hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin.

Hat zanîn ku her du ciwan ji parêzgeha Hesekê bûne û cendermeyan ew car din bi birîndarî vegerandine nav sînorên Rojavayê Kurdistanê û vê sibehê jî bo Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li navçeya Dirbêsiyê hatine veguhestin.

Hat diyarkirin ku Ehmed Salih ji lingê xwe yê çepê û Mihemed Salih Meter jî ji her du lingên xwe, destê çepê û ji rûyê xwe birîndar bûye.

Birîndaran gotiye, 8 cendermeyên Tirk zêdetirî 3 saetan bi kêr û alavên hesinî li wan dane û piştî ku îşkence li wan kirin, cendermeyên Tirk vê sibehê ew avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin