Çend welatan piştgirî dan plana Tirkîyê ya derbarê Rojava de?

Çend welatan piştgirî dan plana Tirkîyê ya derbarê Rojava de?

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku di lûtkeya Serokên NATOyê ya li Londonê de, pirsa, ‘Hûn dê kengî ji bakurê Sûrîyê derbikevin?’ aresteyî wî hatîye kirin û aşkere jî kir ku tenê welatekê piştgirî daye plana Tirkîyê ya bicihkirina koçberan li

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor Ofîsa Ragihandina Serokomarîya Tirkîyê, Erdogan, li Londonê bersiva hejmareke rojnamevanên wî welatî da.

Erdogan derbarê lûtkeya NATOyê ya li Londonê de dîyar kir ku ew lûtke bi serkevtî bi dawî bûye û ragihand ku mijarên weke krîza koçberan, teror, metirsîyên sîber û hîbrît, bihêzkirina hevpeymanîya di navbera wan welatan de û herwiha peywendîyên li gel Çîn û Rûsyayê bi awayekî berfireh di wê lûtkeyê de hatine gotûbêjkirin.

Erdogan aşkere jî kir ku di civîna çaralî ya li gel Serokên Fransa, Almanya û Brîtanyayê de êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê mijara sereke bûye.

Serokomarê Tirkîyê aşkere kir ku di wê civîna çaralî de serokên NATOyê ji wî pirsîne ka Tirkîye dê kengî ji bakurê Sûrîyê derbikeve û got ku wî jî gotîye, “Ti sînorê we li gel Sûrîyê nîne, gelo karê we li wir çîye?” û herwiha Erdogan îddîa kir ku metirsî û êriş li ser wan çêbûye û ji ber wan sedeman ew li wir in.

Erdogan dîyar jî kir ku wî di civîna li gel serokên NATOyê de gotîye, “Em ji Serê Kanîyê û Girê Spî venakişin” û îddîa kir, “Em ji bo aştîyê ketin wê deverê û em dê aştîyê pêk bînin. Ewlekarîya wan navçeyan jî di berpirsyarîya me de ye.” Erdogan got ku daxwaz ji wan welatan kirîye ku di lojîstika wan navçeyan de cih bigirin û piştgirîyê bidin Tirkîyê.

Derbarê plana bicihkirina koçberên Sûrî li Rojavayê Kurdistanê, Erdogan got ku di helwesta welatan a li ser vê plana Tirkîyê de ti guhertinek çênebûye û aşkere kir ku tenê welatekê ji wan re dîyar kirîye ku ew dê piştevanîya Tirkîyê bike di bicihkirina wê planê de. Lê Erdogan navê wî welatî dîyar nekir.

Erdogan got jî di qonaxa yekem de ew dê li navçeya di navbera Girê Spî û Serê Kanîyê xebatekê bidin destpêkirin û ‘bajarên koçberan’ li wê navçeyê ava bikin.

Serokomarê Tirkîyê got ku wî nerazîbûna xwe li hember piştevanîya wan welatan a ji bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) nîşan daye û gotîye, “DAIŞ nehatîye jinavbirin. Me li Babê zêdetir ji 3 hezar DAIŞî jinav birin, li Efrîn û wan navçeyan me bi hezaran DAIŞê têk birin. Me zêdetir 7 hezar hezar DAIŞî girtin.”

Serokomarê Tirkîyê destnîşan jî kir ku dê wê civîna çar alî ya di navbera serokên NATOyê de herî kêm salê carekê encam bidin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin